Di 2014’an de 627, di 3 mehên ewil ya 2015'an de 122 zarok di encama îhmalê de mirin

Komeleya Zarokan a Gundem, da zanîn ku di 2014’an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 627 zarok ji ber sedemên ku dikarî pêşî lê bihata girtin, jiyana xwe ji dest dane.

Komeleya Zarokan a Gundem da zanîn ku di 2014’an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê  627 zarok ji ber sedemên ku dikarî pêşî lê bihata girtin, jiyana xwe ji dest dane. ÎHD’ê diyar kir ku di sê mehên ewil a 2015’an de  122 zarokî jiyana xwe ji dest dane û 1970 binpêkirinên maf hatine jiyîn.

Komeleya Zarkan a Gundem rapora xwe ya 2014’an a Mafê Jiyana Zarokan li Tirkiyeyê li avahiya komeleyê bi daxuyaniyek çapemeniyê aşkera kir.

Ji Komeleyê Ezgî Koman got ku hejmarên raporê yên sala buhrî amade kirine, îsal jî neguherine û li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 2014’an de herî kêm 627 zarok ji ber sedemên ku dikarî pêşî lê bihata girtin jiyana xwe ji dest dane.

KUJERÊ 38 ZAROKAN DEWLETE

Koman got:  “Li Tirkiyeyê îsal zarok dema diçûn dibistanê, dema televîzyon temaşe dikirin, li kolanê, di trafîkê de,  li cihên ku dewlet lê berpirsyar, dema xizmeta tenduristiyê digirtin, dema dixebitin, dema azadî û rêxistibûna xwe bikardianîn an jî dema ji şer direviyan û sînor derbas dikin, hatin kuştin.

Di encama îhmala dewletê de 38 zarokî jiyana xwe ji dest da, di bûyerên civakî de 8 heb ji aliyê polîsan ve, du heb di înfaza bê daraz de, 2 heb di bin çavan de jiyana xwe ji dest da.”

‘589 ZAROKÎ JIYANA XWE JI DEST DA’

Hat gotin ku ji ber dewletê tedbîr negirt 589 zarok di bûyerên cuda de jiyana xwe ji dest dane û di bûyerên civakî de 20, di encama îhmalê de 372, di cînayetên kar de 61, di karasetan de 3, di dramên penaberan de 38 zarokî jiyan axwe ji dest da.  Li gor îstatîstikan 20 zarokî jî întîxar kiriye.

ÎHD: DI SÊ MEHAN DE 1970 BINPÊKIRIN HATIN JIYÎN

ÎHD’ê jî xebata koma xebata mafê zarokan bi munasebeta 23’ê Nîsanê aşkera kir. ÎHD’ê a zanîn ku di sê mehên ewil yên salê de 1970 binpêkirin hatine jiyîn û got: “Di bin pêkirinan de 122 zarokî jiyan xwe ji dest da. 13 hebî întîxar kiriye.  640 zarok birîndar bûn.  205 zarok hatin binçavkirin. 18 heb hatin girtin.  872 zarok li dibistanê hatin qeydkirin û teşîrkirin.  107 bûyerên tacîz, tecawiz û îşkenceyê pêk hatin. 100 heb di bin çavderiya dewletê de pêk hatin.”