'Dewleta Tirk li ser tinekirinê hate avakirin'

Parêzera Hrant Dînk Fethiye Çetîn anî ziman ku dewlet ji bo qirkirina Ermeniyan polîtîkayên jibîrkirinê dide meşandin û wiha axivî: “Di sala 1915’an da li ser tinekirinê dewletek hat avakirin. Ango hebûn li ser tinebûnê tê avakirin.”

Parêzera Hrant Dînk Fethiye Çetîn anî ziman ku dewlet ji bo qirkirina Ermeniyan polîtîkayên jibîrkirinê dide meşandin û wiha axivî: “Di sala 1915’an da li ser tinekirinê dewletek hat avakirin. Ango hebûn li ser tinebûne tê avakirin.”

Partiya Karkerên Sosyalîst û Şoreşger (DSÎP) ji bo salvegera qirkirina Ermeniyan li Salona Cezayîrê ya Stenbolê panela bi navê ‘Encama înkara sed salî, Bila qirkirin bê naskirin û dewlet lêborinê bixwazê’ li dar xist. Pankartên “Dewlet qirkirinê nas bike, ji Ermeniyan lêborinê bixwazê, 24'ê Nîsana 2015’an seat 19.15’an de li qada Taksîmê”, “Talat Paşa dê were belavkirin” û pankarta ku daxwazên qirkirina Ermeniyan a DSÎP’ê bi salonê ve hat daliqandin.

Hîndekarê Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê Prof. Dr. Arus Yumul li ser polîtîkayên înkarê rawestiya. Yumul anî ziman ku gotinên qirkirina Ermeniyan di hişmendiya rejîma Tirkiyeyê de tê şikandin û wiha axivî: “Ev hişmendiya ku dewlet di hişmendiya de ava kiriye tê şikandin. Gotinên ku kirêç girtinê hedî hedî çareser dibin.”Yumul li ser gotinên Serokwezir Ahmet Davutoglu yê qirkirinê jî sekinî û wiha pê de çû: “Armanca vê peyama sersaxiye ew ê ku dixwazin paşêrojê bidin jibîrkirin.” Yumul diyar kir ku Almanya jî heman tişt ji bo qirkirina cihûyan daxuyand.

Hîndekara Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Prof. Dr. Ferda Keskîn jî derbirî ku zanîngeha ku ew lê derse dide di rojên buhrî de konferansa li ser qirkirina Ermeniyan bihata lidarxistin hat qedexekirin û wiha pê de çû: “Ev yek tiştekî ku mirov jê şerm bike. Qirkirina Ermeniyan gelek welatan qebûl kir. Ev dema ku qirkirina Ermeniyan tê naskirin wê bibê wek normekê. Heke ev norm were qebûlkirin madeyên peymana Lozanê dê werin betalkirin.”Keskîn di berdewamiya axaftina xwe de giranî da ser lêborina ku Tirkiyeyê ji gelê Ermenî bixwaze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê leborîn û tazmînat tenê bi sala 1915’an vê bi sinor nemînê. Ji ber di dîroka me de qetlîama Dêrsimê, bûyerên 6-7 Îlonê û bûyerên 1964’an jî hene. Divê Tirkiyeyê ji bo van hemûyan lêborîne bixwaze.”

Di rûniştina duyemîn de ya bi navê ‘Têkoşîna sala 1915’an re rû bir û maye’ de parêzer Eren Keskîn axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê mirov hînî dîrokek xelet bûne û wiha got: "Li Tirkiyeyê qirkirin û komkujî ji aliyê îttîhatiyan ve pêk hatin. Qirkirina Ermeniyan jî berhemek vê hişmendiya îttîhatiyan e. Divê di serî de em bi qirkirinê rû bi rû werin.” Keskîn li ser gotinên Papa û biryara Parlamentoya Ewropayê û bertekên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatin nîşandan jî sekinî û da zanîn ku hişmendiya îttîhatiyan hêj li Tirkiyeyê berdewam dike.

Parêzera Hrant Dînk Fethiye Çetîn jî li ser qetilkirina Hrant Dînk, Sevag Alikçi yê ku di 24'ê Nîsanê de hat qetilkirin sekinî. Çetîn bilêv kir ku dewlet beriya niha 100 salan komek qetil kir û delîlên komkujiyê jî holê rakiriye û wiha axivî: “Dewlet polîtîkayên ji bîr kirinê da meşandin. Di sala 1915’an de li ser tinekirinê dewletek hat avakirin. Ango hebûn li ser tinebûne tê avakirin.”

Herî dawî Hevberdevkê DSÎP’ê Şenol Karakaş mafe axaftine stend û ev tişt anî ziman: “Divê em têkoşîna ku dewlet bi qirkirinê re rû bi rû were bimeşînin. Ji ber dewlet bi qetlîam û qirkirina rû bi rû bimîne wê demê ew ê paşde gav bavêje.”

Panel bi pirs û bersivdanê berdewam kir.