'Dewleta Tirk li ser ekosîstema Kurdistanê gefeke mezin e'

Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyeyê û pisporê xwezayê Dr. Mihemed Genawî diyar kir ku dewleta Tirk li ser ekosîstema Kurdistanê gefeke mezin e.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dewleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxoyê, di bin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kiriye û hîn jî dewam dike.

Dewleta Tirk di heman demê de li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî xwezayê bi heman rengî talan dike.

Li gorî bîlançoya Partiya Kesk a Kurdistanê dewleta Tirk 3 milyon darên bi temen li devera Behdînanê birî ye.

Têkîldarî mijarê Pisporê xwezayê û Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyeyê Dr. Mihemed Genawî ji Rojnews re axivî.

Dr. Mihemed bi bîr xist ku rejîma Saddam Huseyîn jî berê wekî dewleta Tirk xweza talan dikir û got: "Ev kar berê ji aliyê pergala Saddan ve dihat kirin. Kaniyên avê ziwa dikir û gund dişewitand. Niha jî dewleta Tirk ji bo xweza û jiyanê tune bike, daran dibire. Ev polîtkayeke metirsidare û bandorek xirab li ser Kurdistanê dike. Lê ev bandor wê sibê li ser Tirkiyeyê jî bibe, ji ber ku sîstemek a xwezayê wisan heye."

Genawî da zanîn ku tişta dewleta Tirk dike, di aliyê dîrok û çandî de karasete û wiha dewam kir: "Mirovên li vê derê ne, sîstemek a wan ya xwezayî heye. Ev sîstem berhemê hazaran salan e. Çand, ziman û dîroka wî cihî tê tunekirin."

Genawî bi dewamî got: "Xweza her kesî eleqeder dike, erkê me hemûyane ku di her astê de xwedî helwest bibin. Tirkiye sûcê xwezayê dike, divê bê cezakirin. Herî kêm bila neçar bê hiştin ku li şûna darên ku biriye yên nû biçîne. Tirkiye xwezayê talan dike û ev di her milî de karesate. Ji bo vê bang li welatî, sazî, wezaret, hikûmeta herêmê, Iraqê û civaka navneteweyî dikin ku ji bo parastina xwezayê tevbigerin."