Dewleta Tirk daristanên Elkê dişewitîne

Ji ber gulebarana leşkerên li baregeha leşkeriya Kalecika herêma Elkê agir bi daristanên gundê Setkarê ket.

Li çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê şewatên daristanan didom in.

Vê carê jî agahiya şewatê ji gundê Setkarê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê hat. Hate zanîn ku ji baregeha leşkerî ya Kalecikê ya li gundê Setkarê piştî derdor hatiye gulebarankirin, şewat derketiye.

Hate zanîn ku şewat didome û xebata mûdaxele kirina şewatê jî tê astengkirin.