Dengên Kurdên sirgûnê ji bo HDP’ê ne

Li Danîmarkayê Mîhrîcana Çandê ya Anatolyaya Navîn hat lidarxistin. Di mîhrîcana ku cara yekem hat lidarxistin de namzetê HDP’ê yê Konya Prz. Huseyîn Ozkan û Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî beşdar bûn.

Li Danîmarkayê Mîhrîcana Çandê ya Anatolyaya Navîn hat lidarxistin. Di mîhrîcana ku cara yekem hat lidarxistin de namzetê HDP’ê yê Konya Prz. Huseyîn Ozkan û Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî beşdar bûn.

Kurdên Anatolyaya Navîn ên xwe wek Kurdên Sirgûnê bi nav dikin, yekemîn Mîhrîcana Çandê ya Anatolyaya Navîn li dar xistin. Hunermendên Kurd ên ji Anatolyaya navîn ku bi klamên herêmî reng dan mîhrîcanê hilbijartina 7’ê Hezîranê mohra xwe li mîhrîcanê xist.

Girseya bi dirûşman berxwedana Kobanê silav kir, bi dirûşma, “Bijî HDP” jî piştgiriya xwe ya ji HDP’ê re nîşan da.

Salona Şanoya Muzîkê ya Albertslund bi temamî tijî bû. Hunermendê Kurd ê ji Konya Fahrî Dag bi orkestraya xwe tevlî şevê bû.  Her wiha Fîgen Fener, Hozan Pîco, Ergîn Xelîkan, Newzat Tunc, Nurettîn Çîçek, Murat Kucukavci, Necatî Gezen, Memo Gelo, Memo Nawdar, Ramazan Ekîcî, Hîkmet Coban, Memed Tore û Ramazan Kaya jî bi sranên xwe reng dan mîhrîcanê.

Namzetê HDP’ê yê Konya Prz. Huseyin Ozkan ê di axaftinaxwe ya mîhrîcanê de got ku tevî hemû zext, êrîş û provokasyonan HDP bi serketina xwe wê qedera welêt biguherîne.

Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî zext û zilma dewletê ya salên 90’an bibîr xist û got: “Li Kurdistanê şehîdên gelek malbatan hene. Ûyek ji rêya xwedîderketina li bîranîna şehîdan jî ev e ku mirov deng bide HDP’ê.”

Huseyîn Atçeken ê li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Danîmarka axivî piştî behsa projeya jiyana nû ya HDP'ê kir ji hilbijêrên li Danîmarkayê xwest ku deng bên xwe bikar bînin û bidin bikaranîn. 

...