Dengê Camê li Napolî li benda xelatê ye
Dengê Camê li Napolî li benda xelatê ye
Dengê Camê li Napolî li benda xelatê ye
Kurtefilma derhênera Kurd Nûrsel Dogan a bi navê “Dengê Camê” ji bo pêşbaziyê, tevlî mihrîcanên jinan a “Cordo Di Donne” ya li bajarê Napolî ya Îtalyayê tê lidarxistin, bû.
Di film de çîroka jineke Kurd a ku ji neçarî koçber dibe tê vegotin û heta niha di gelek mihrîcanên weke Ljubbljana, Balkan Film Bazar, Amedfilm de ketiye pêşbaziyê. Niha jî ji bo pêşbaziyê, tevlî mihrîcanên jinan a “Cordo Di Donne” ya li bajarê Napolî ya Îtalyayê tê lidarxistin, ya ku roja 18’ê nîsanê dest pê kir bû û li rastî eleqeyeke xurt hat.
Derhênera Kurd Nûrsel Dogan ku pirsgirêka Kurd bi awayeke din tîne ziman, di filma xwe de jiyana jineke Kurd a ku ji neçarî koçber bûye , li metropolên Tirkiyeyê bi cih bûye û zoriyên ku li vir derketine pêşiya tîne ziman. Jina Kurd a bi navê Gulîzar ji bilî Kudî tu zimaneke din nizane û ji ber wê jî li Stenbolê li rastî tengasî û zoriyan tên.
Filma Dengê Camê, dê telvî Mihrîcana Filman Human Right (Mafê Mirovan) ku dê 16-26’ê gulanê li Barselonayê pêk bê jî bibe.