Demîrtaş: Li hember Pakêta Ewlekariya Hundir wê berxwedana me bidome

Demîrtaş der barê Pakêta Ewekariya Hundir de jî got, "Têkildarî pakêta ewlekariyê bê em çiqasî mafdar in, bi helwesta şidetê ya parlamenterên AKP’ê hat dîtin. Ji bo ev qanûn derkeve çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş, di 2. Konferansa Derya Spî ya Partiya Çep a Ewropayê de pirsên rojnamevanan ên têkildarî pêvajoyê bersivand.

Demîrtaş der barê daxuyaniya hevpar a wê ji aliyê AKP û HDP’ê hatiba dayîn de got, "Wê ev daxuyanî têkildarî gavên ji bo demokratîkbûn û azadiyan bên avêtin, di wesfê bangawaziyekê de be. Nîqaşa wê didome. Sedema ku ev daxuyanî pêk nehat, nêzîkatiyên manîlatuf ên hikûmet û alîgirên hikûmetê bû. Daxuyaniyên,  'Di meha Adarê de PKK ji çiyê dadikeve, çekan datîne’ ev daxuyaniya hevpar taloq kir. Hikûmet ji ber di dema vekişînê de ji ber wiha nêz bû, vekişîn sekinî. Hikûmet bi gumana komkirina pûanan nêzî pêvajoyê dibe.”

Demîrtaş der barê Pakêta Ewekariya Hundir de jî got, "Têkildarî pakêta ewlekariyê bê em çiqasî mafdar in, bi helwesta şidetê ya parlamenterên AKP’ê hat dîtin. Ji bo ev qanûn derkeve çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Demîrtaş anî ziman ku hikûmet di vê mijarê de raya giştî dixapîne û wiha bang li hikûmetê kir. "Eger hûn di mijara bonzaî û molotofê de jidil bin, werin qanûnê bi xalan sînor bikin û em qanûnê derxin. Derdê we cuda ye, hûn qesr û saltanata xwe diparêzin. Nêzîkatiya we ya demokratîkkirina dewletê nîne.”

Demîrtaş der barê pirsa redkirina pêşniyara lêkolîna pêkhateya paralel de jî got, "Têkoşîna AKP'ê ya li hember pêkhateya paralel bi berjewendiyên wê ve bi sînor in. Ne bi demokratîkbûna dewletê ve girêdayiye.”