Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş di aktîvîteya hilbijartinê ya Marsîlyayê de axivî got ku di derbaskirina benda ji sedî 10 de wê dengên Ewropayê diyarker bin û xwest lez bidin xebatan.
ANF
MARSÎLYA
şemî, 2 gulanê 2015, 13:13
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş di aktîvîteya hilbijartinê ya Marsîlyayê de axivî got ku di derbaskirina benda ji sedî 10 de wê dengên Ewropayê diyarker bin û xwest lez bidin xebatan. Demîrtaş diyar kir HDP partiya bindestan e û got: “Me soz da gelan. Em ê hesab ji AKP’ê bipirsin. Em ê hesabê dîktatoriya tirs û zilmê bipirsin.”
Li bajarê Marsîlya yê Fransa, ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ve li bajarê Marsîlya aktîvîteyek hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, Namzetê Parlamenteriyê yê Erziromê Zahîr Ûzûn beşdar bûn.
KOMKUJIYA ELEWIYAN HAT ŞERMEZARKIRIN
Di aktîvîtiyê de 5000 Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, Suryanî û Ermenî ku amade bûn, li ser navê Navenda Çandê ya Elewiyan a Marsîlya (MAKM) Alî Riza Akyol êrîşa çeteyên El Nûsra ya li hember Elewiyan şermezar kir. Akyol got ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de piştgiriya Elewiyan a ji HDP’ê re serbilindî ye.
Melayê Mizgefta Şêx Seîd a li Marsîlya jî got ku Misilmanê dengên xwe bidin derdorên Misilmanên sexte yên weke AKP’ê wê bikevin gunehan.
'EM Ê SOZA ME DAYE GEL BICIH BÎNIN'
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş jî di axaftina xwe de ji ber piştgiriya di hilbijartinên Serokkomariyê de gelê li Marsilyayê spas kir û Cejna 1’ê Gulanê ya karkeran pîroz kir.
Demîrtaş xîtabî welatiyên li salonê kir û got: “Divê dengek jî neyê ziyankirin. Eger wê benda ji sedî 10 bê hilweşandin, para hilbijêrên li Ewropayê wê di vê de diyarker be.”
Demîrtaş diyar kir HDP partiya bindestan e û got: “Me soz da gelan. Em ê hesab ji AKP’ê bipirsin. Em ê hesabê dîktatoriya tirs û zilmê bipirsin.”
Koma Şanoyê ya Bakîl û Dîn û hunermend Erol Berxwedan bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” derketin dike.