Dayikên Şemiyê şehîdên Pirsûsê bibîr anîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteyî de ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn. Dayikên Şemiyê ji ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan re wiha bang kirin: "Rihet razên zarokên me, we bi hebûna xwe em bi rûmet kirin em ê we di wijdana mirovahiyê de bidin jiyîn." Dayikan anî ziman ku xeyalên ciwanan nîvçe namînin û wê mirovahî qezenc bike.
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 539'an li Qada Galatasarayê bi weneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên ciwanên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ciwanên jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
'HIKÛMET TIRKIYEYÊ BER BI SALÊN 90'Î VE DIBE'
Birayê Hayrettîn Eren Faruk Eren di çalakiyê de ewil mafê axaftinê girt û wiha got: "Li welatê me bombe diteqîn, ciwan dimirin, sîteyên înternetê tên girtin û balafir bombebaranê dikin." Eren anî ziman ku hikûmet dixwaze Tirkiyeyê ber bi salên 90'î ve bibe û bang li hikûmetê kir ku dewî li polîtîkayên şer bîne.
'KARÊ WE NÎVÇE HÎŞTÎ EM Ê BIDOMÎNIN'
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî ciwanên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan bi bîrxistin û wiha got: "Nivekî dilê me girtin û birin. Em rêhevalên xwe yên bi hev re li vê qadê qîriyan winda kirin. Bila çavê we li pey we nemîne em ê karê xwe yê mayî bidomînin." Karakoç wiha bang li hikûmetê kir: "Yên berî we jî qetilam kirin û lê di dawiyê de wan winda kir. Hûn jî wê winda bikin."
'DEWLETEK WIHA NEBE BAŞTIR E'
Birayê Îsmaîl Bahçecî Umut Bahçeci jî wiha got: "Kezeba me dişewite. Hêvî û keyfxweşiyên wan zarokan hebûn. Hemû ji destê wan girtin. Dewletekî wisa nebe baştir e."
'EM Ê LI HER DERÊ XEYALÊN WAN BIPARÊZIN'
Xwîşka Hasan Ocak Masîde Ocak jî Çagdaş Aydin û Cemîl Yildiz ên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn û wiha got: "Em vê hefteyê bêyî wan rûdinin. Çagdaş emrê xwe li van qadan derbas kir. Em ê li her qadê û li her derê xeyalên wan biparêzin."
'JI BER KU EM XWEDÎ CIWANÊN WİIA NE EM BI HÊVÎ NE'
Daxuyaniya hefteyî Meryem Goktepe xwend. Goktepe diyar kir ku ciwanên jiyanek azad û wekhev dixwazin hêj jî tên kuştin û wiha got: "Ew li cem dayikên li Galatasarayê, Roboskê, Somayê li edaletê digeriyan zarokên bi wijdan bûn. Cemîl em bi tenê nehişt. Buşra li Galatasarayê daxuyaniya me xwend. Hatîce Ezgî di her ferendê de hat Galatasarayê piştgirî da me. Çagdaş her roja şemiyê li vir bû."
Goktepe ji ciwanên hatin qetilkirin re wiha got: "Rihet rabikevin zarokên me, hebûna we em bi rûmet kirin em ê we di wijdana mirohiyê de bidin jiyîn" û wiha got: "Rihet razên zarokên me. Xeyalên we nîvçe namînin. Ji bo azadî, aştî û wekheviyê wê mirovahî qezenc bike."