Dayikên Şemiyê li aqûbeta Turkoglu pirsîn

Dayikên Şemiyê di heftaya 523'emîn de aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn. Xwişka Turkoglu Julîde Turkoglu xwest ku kujerên kekê wê bên dîtin.

Dayikên Şemiyê di heftaya 523'emîn de aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn. Xwişka Turkoglu Julîde Turkoglu xwest ku kujerên kekê wê bên dîtin û wiha got: "Kesên ku hêsirê dayikên ji bo zarokên xwe dibarînin nabînin nabînin kujerên windahiyan e."

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya 523'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li ku derê ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

Di serî de dayika Tolga Baykal Ceylan ê ku di 10'ê tebaxa 2004’an de di binçavan de hat windakirin Kadriye Ceylan axivî û diyar kir ku dewletê kurê wê wekî talukeyêkê dîtiye û ew winda kirine. Ceylan gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku wextê serokwezîriya xwe de kiribû bi bîr xist û wiha got: “Ev çar sal in li ser gotinên Erdogan e ku li ser windahiyan gotibû derbas bû. Lê hê jî tu pêşketin me nedîtiye. Bila Erdogan soza ku ji bo windahiya daye bi cih bîne.”

'KUJERAN CEZA BIKIN'

Xwişka Talat Turoglu Julîde Turkoglu jî di çalakiyê de axivî û çîroka windakirina birayê Talat ê ku di 1'ê nîsana 1996’an de wextê ji Edîrneye dihat Stenbolê hatibû binçavkirin û dawiyê hat windakirin kir. Turkoglu diyar kir ku ew dixwazin kujerên birayê wê bên cezakirin û ev tişt anî ziman: “"Êdî dest kujeran bidin. Kesên ku hêsirê dayikên ji bo zarokên xwe dibarînin nabînin nabînin kujerên windahiyan e. Em dixwazin kujer bên dîtin û bên cezakirin.”

'DEWLET NAXWAZE KUJERAN DERXE HOLÊ'

Parezerê Talat Turkoglu Gulîzar Tuncel jî anî ziman ku Turkoglu ji ber şoreşgerek bû hatiye binçavkirin û wiha got: "Lê Talat dîsa dev ji tekoşîna xwe berneda û tekoşîna xwe domand.” Tuncel da zanîn ku herî dawî ji bo doza Turkoglu serî li AÎHM’ê dane û AÎHM’ê jî Tirkiyeyê mahkum kiriye û wiha pê de çû: “Li ser mehkumkirina Tirkiyeyê me dîsa serî li dozgeriya Edîrneyê da lê heta niha tu tiştek nehatiye kirin. Dewlet baş dizane ku heke kujeran derxîne holê wê têkiliya wê jî derkeve holê û ji ber vê yekê naxwaze kujeran derxîne holê."

Daxuyaniya vê hefteyê yê çalakiya Dayikên Şemiyê, Gonul Sonbahar xwend. Sonbahar diyar kir ku pakêta ewlehiyê ji derveyî zagon û hiqûqa gerdûnî ye. Sonbahar anî ziman ku malbata Talat û ÎHD wextê di binçavan de bû serî li hemû deran dan lê dewletê binçavkirina Turkoglu înkar kir û wiha axivî: “Endamê JÎTEM’ê Kasim Açik di sala 1997’an de li xwe mikur hat ku Talat Turkoglu ji aliyê leşker, polîs û îtîrafkaran ve hatiye binçavkirin û dawiyê hatiye kuştin. Piştre jî cenazeyê wî avetinê çemê Merîçê. Navê wan kesan jî da lê dîsa dozgeriya ku me serî lê da tu tişt nekir. Em dibêjin êdî bes e bila cezanekirina kujerên Talat Turkoglu dawî bibe û careke din doz bê dîtin.”