Dayikên Şemiyê: Em heqê xwe li Demîrel helal nakin

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 534'an de gotin, 9'emîn Serokkomar Suleyman Demîrel bêyî hesabê bide çû.

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 534'an de gotin, 9'emîn Serokkomar Suleyman Demîrel bêyî hesabê bide çû. Hevsera Fehîm Tosun Hanm Tosun got, "Ez ji mirina Demîrel re xemgîn bûm. Ji ber ku min berê xwe neda rûyê wî ez xemgîn bûm."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 534'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Dayikan wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de aqubeta Abdulvahap Ateş ê ku di 14'ê Hezîrana 1994'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat binçavkirin û piştre hat windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de ewil birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn axivî. Bîlgîn diyar kir ku 9'emîn Serokkomarê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel ê ku di dema wî de bi dehan cînayetên kiryar nediyar pêk hatin weke darbekerê 12'ê Îlonê Kenan Enren bêyî hesabê bide çû û wiha got: "Berpirsiyarê cînayetên kiryar nediyar ji sedî 90 Demîrel bûn û bêyî hesabê bide çû." Bîlgîn, daxuyaniyên piştî mirina Demîrel ên "şopên mezin li pey xwe hiştin" bîrxistin û wiha axivî: "Erê rast e Demîrel ê ku bi windakirin û darvekirin tên zanîn bi ekîba xwe ya Tansu Çîller jî di nav de gelek şopên mezin li pey xwe hiştin. Heya ev pergal têk diçe dê têkoşîna me bidome."

TOSUN: JI BER KU MIN BERÊ XWE NEDA RÛYÊ DEMÎREL Ê QIRÊJ EZ XEMGÎN IM

Hevsera Fehmî Tosun Hanim Tosun jî diyar kir ku Demîrel bêyî hesabê bide çû û wiha got: "Ez ji bo Demîrel xemgîn bûm. Ji ber ku min berê xwe neda rûyê wî yê qirêj ez xemgîn im. Em dê heya dawiyê hesabê ji wî bipirsin." Hevsera Huseyîn Taşkaya Kezban Taşkay jî wiha got: "Dema hevserê min hat windakirin Demîrel Serokkomar bû. Em heqê xwe helal nakin."

Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî diyar kir ku Demîrel ji kesên sûcê mirovahiyê kirin ê herî girîng e. Ocak anî ziman ku dewlet ji Demîrel re gelek dengdar e û wiha got: "Dewletê ji wî hînî derewan bû."

Daxuyaniya hefteyî ji aliyê Hatîce Kalpakli ve hat xwendin. Kalpakli diyar kir ku Abdulvahap Ateş di 14'ê hezîrana 1994'an de li gundê Kirkkuyu yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi birayê xwe Abdurrahîm Ateş ve hat binçavkirin û rastî şîdetê hat. Kalpakli anî ziman ku piştî Ateş hat binçavkirin carek din tu agahî jê nehatin girtin. Kalpakli da zanîn ku piştî hewildanên malbat û ÎHD'ê lêpirsîna têkildarî qetilkirina 22 kesan de di 20'ê Hezîrana 2014'an de vegeriya dozê.