Dayikên Şemiyê: Divê AKP aqubeta windayan aşkera bibe
Dayikên Şemiyê di heftaya 529'emîn de bal kişandin ser hefteya windayan û ev hefte diyarî nivîskar û helbestvan Sabahattîn Alî ye ku di bin çavan de hat windakirin, kirin.
Dayikên Şemiyê di heftaya 529'emîn de bal kişandin ser hefteya windayan û ev hefte diyarî nivîskar û helbestvan Sabahattîn Alî ye ku di bin çavan de hat windakirin, kirin.
Dayikên Şemiyê di heftaya 529'emîn de bal kişandin ser hefteya windayan û ev hefte diyarî nivîskar û helbestvan Sabahattîn Alî ye ku di bin çavan de hat windakirin, kirin.
Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya 529'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li ku derê ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de endamên delegasyona mafê mirovan a Akdenîzê ya Ewropayê û namzeta HDP'ê ya herêma sêyemîn Pervîn Buldan jî bi wêneyê hevserê xwe Savaş Buldan tevlî çalakiyê bû.
‘EV 20 SAL E EM HOVÎTIYA DEWLETÊ VEDIBÊJIN’
Di çalakiya ku hefteya windahiya diyarî helbestvan û nivîskar Sabahattîn Alî yê ku di bin çavan de hatiye windakirin kir de birayê Hasan Ocak ê ku di 21'ê adara 1995'an de di bin çavan de hat windakirin, Alî Ocak axivî. Ocak da zanîn ku ev 20 sal in li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam dikin û bang li rayedarên dewletê kir ku windahiyên wan derxin holê. Ocak sonda Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo aqûbeta windahiyan dabû bi bîr xist û wiha axivî: "Niha Erdogan 300 metre durî me ye û ji ber îktîdariya xwe dîsa hin derewên din dike. Em vê tevgera wî şermezar dikin."
ERDOGAN BI BENDA EVREN BÛ DESTHILATDAR
Piştî Ocak birayê Kenan Bîlgîn ê ku di bin çavan de hat windakirin, Îrfan Bîlgin axivî û derbirî ku ev bîst sal in li ser wan qirkirin tê meşandin û kes dengê xwe ji vê yekê re dernaxe. Bîlgîn bilêv kir kuKenan Evren bi destê xwîn çû û wiha pê de çû: "Lê kesekî tu hesap jê nepîrsî. Gotin em ê 12'ê Îlonê bidarizînin, lê dernexistin pêşberî dozger û pirsek jî ji van celadan nepirsîn. AKP durûye û derewan dike."
Birayê Îsmaîl Bahçeçî ê ku di 24'ê kanûna 1994'an de hat windakirin, Umut Bahçelî jî diyar kir ku windahî şerma Tirkiyeyê ye û wiha domand: "Êşa ku em dijîn nikarin bi tu gotinan bînin ziman. Birayê min winda kirin û em nizanin dijî yan na. Heke dijî ka li ku derê ye? Em tu tiştî nizanin û bi vî şeklî dijîn."
HEWCEDARÎ BI GUHERÎNEK MAYÎNDE HEYE
Evrîm Baykondu daxuyaniya vê hefteyê xwend û diyar kir ku sibe dikevin hefteya windahiyan. Baykondu anî ziman ku ew ji ber hefteye windahiyan careke din daxwaza edaletê li vê dewletê dikin û wiha berdewam kir: "Dewleta ku bi hiqûqê tê meşandin divê hemû çalakî û tevgera xwe li gorî vê hiqûqê bide meşandin. Mafê mirovan û azadiya bingehîn divê bên parastin." Baykondu derbirî ku ew dixwazin heqîqet jî bê naskirin û wiha domand: "Heta Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû neyê wê demokrasî neyê vî welatî. Êşa ku em dikêşin encax bi pêkanîna edaletê dikare ji holê rabe. Edalet jî bi dîtina windahiyan û darizandina kujeran pêk were."
Baykondu anî ziman ku ew di hefteya windahiyan de careke dinî daxwazên xwe dubare dikin û wiha berdewam kir: "Bila bi lez daxwaza me ya aştî û demokrasiye bi cih bînin. Divê pergala ku kujera diparezê bi lez bê rawestandin. Ji bo em bigihêjin rastiye divê dewlet agahiyên ku di destê xwe de hemûyan bi me re parve bike." Baykondu dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelan kir ku di tekoşîna wan de li cem wan cih bigrin. Endamê MYK'a ya Delegasyona Mafê Mirovan a Akdenîzê ya Ewropayê Isaîas Barrenada jî li vir axaftinek kir û wiha got: "Li Ewropaye jî em aqûbeta windahiyan dipirsin. Di bûyerên bi vî rengî de heke ceza bên dayîn wê demê aştî, demokrasî û mafê mirovan wê pêk were."