Dayikên aştiyê di hefteya 531’ê de li Qada Galatasaray bûn
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 531'an de berdewam kirin.
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 531'an de berdewam kirin.
Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 531'an de berdewam kirin. Çalakiya vê hefteyê diyarî dayika şemiyê Şahsenez Cîhan a 34 salin têkoşîna edaletê dimeşîne hat kirin. Dayikan diyar kir ku carek din soz didin dayika Şahsenem dê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Birayê Davut Altunkaynak yê hêj 12 salî bû hat windakirin Kazim Altunkaynak jî diyar kir ku li Tirkiyeyê mirov winda nebûye. edalet winda bûye û xwest edaleta hatiye windakirin bê dîtin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya lêgerîna edaletê di hefteya 531'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikên Şemiyê 20 salin ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin têkoşîna lêgerina edaletê dikin. Dayikên Şemiyê pankarta "Faîl diyarin kujer li kune" hildan û wêneyên kesên hatine windakirin bi qurnefilan rakirin. Dayikan çalakiya vê hefteyê diyarî dayika winda Suleyman Cihan Şahsenem Cihan ku 2 roj berê jiyana xwe ji dest da kirin.
'BILA EDALETA LI TIRKIYEYÊ WINDA BÛYE BÊ DÎTIN'
Ewil birayê Kenan Bilgin Îrfan Bîlgîn, anî ziman ku wan kesên li vir li edaletê digeriyan jî winda kirin û wiha got: "Lê bila her kes baş zanibe ku em dê li şûna wan jî çalakiyê û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li şûna wan jî li edaletê bigerin. Li vir ne mirov edalet hatiye windakirin. Bila edaleta li Tirkiyeyê hatiye windakirin bê ditin.
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî anî ziman ku heta niha tenê kujerên çend kesan hat dîtin, lê hêj bi hezaran kujer hene û kujer nehatine dîtin. Karakoç da zanîn ku kujer diyar in, lê hêj nehatine dîtin. Zarok, dîrok û ew wan kujeran efo nakin.
Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî diyar kir ku Şahsenem Cihan bêyî edaletê bibîne jiyana xwe ji dest da. Alî Ocak, anî ziman ku îxtîdarê soz da wan ku kujeran darizîne û ceza bike, lê heta niha kujer nehatine darizandin. Birayê Davut Altunkaynak ê di sala 1995'an de hêj 12 sali bû hat windakirin Kazim Altunkaynak axivî û wiha got: Li Tirkiyeyê ne mirov, edalet hatiye windakirin. Divê berî her tiştî edaleta hatiye windakirin bila bê dîtin. Bila li Tirkiyeyê edaleta winda bê dîtin.
Herî dawî Endama Komîsyona Kesên di Bin Çavan de Hatin Windakirin ya ÎHD'ê Mine Nazarî jî anî ziman ku 20 salin bi daxwaza "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" li Qada Galatasarayê çalakiyan pêk tînin û wiha got: "Dayika Suleyman Cihan Şahsenem Cihan a 93 salî piştî 34 salan têkoşîna edaletê da jiyana xwe ji dest da. Em carek din soz didin dayika Şahsenem û em dibêjin em dê tekoşîna wê berdewam bikin."