Dayikan ji dewleta ku bav û kur qetil kirin hesab pirsîn

Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê ya Stenbolê bû got: "Heya dilê Dayikên Şemiyê rehet nekin aştiyeke rast li vî welatî nayê tesîskirin."

Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê ya Stenbolê bû û îtîrafên Serokê MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur ên têkildarî cînayetên kiryar nediyar bibîrxistin û wiha got: "Heya dilê Dayikên Şemiyê rehet nekin aştiyeke rast li vî welatî nayê tesîskirin."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 527'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Endama Heyeta Îmraliyê û Namzeta HDP'ê Pervîn Buldan, Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Dayîkan di çalakiya xwe de aqubeta Mustafa Erzîk ê ku di sala 1994'an de li gundê Heribe di binçavan de hate qetilkirin pirsîn. Birayê Nurettîn Yedîgol Muzaffer Yedîgol axivî û wiha got: "Demokrasiyê serbest berdin azadiyê serbest berdin. Faşîzm dê rojekê we jî bişewitîne. Lê em teqez we serbest naberdin. Em cînayetên kiryar nediyar ji bîrnakin."

'YÊN DI 1'Ê GULANÊ DE HATIN QETILKIRIN ÇÎROKA ME YEK E'

Birayê Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî balkişand ser şîdeta 1'ê Gulanê û diyar kir ku di 1'ê Gulana 1977'an 34 kedkar ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û wiha got: "1'ê Gulana 1977'an gelek tiştan îfade dike. Çîroka me û yên di 1'ê gulanê de hatin qetilkirin wekhev e."

'EV QAD JI ME RE BÛ GOR'

Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan jî wiha got: "Ev qad ji her yekî me re bû gor. Deng dan dengê me lê vîna hiqûq û siyasî dengê Dayîkên Şemiyê nebihîstin û nedîtin û nasnekirin." Buldan balkişand ser îtîrafên Serokê MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur ên 10'ê Nîsanê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere dayîn û wiha axivî: "Lê li vî welatî ligel van yekan ti caran cînayet û cînayetên kiryar nediyar nepirsîn. Ji ber vê yekê komkujî û cînayetên kiryar nediyar berdewam kirin. Îsyan û feryada me ji bo vê yekê ye." Buldan wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heya dilê Dayikên Şemiyê rehet nebe li vî welatî aştiyeke rast nayê tesîskirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanirkulu jî axaftinek kin kir û diyar kir ku heya gor neyên dîtin taziye û şîn xilas nebe.

LEŞKERAN CENAZE REVAND

Daxuyaniya hefteyî ji aliyê Gulsum Kav xwend. Kav diyar kir u di sala 1994'an de leşkeran Mustafa Erzîk ê ku cerdevanî qebûl nekir li gundê Heribe binçavkirin û kurê wî jî ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin. Kav anî ziman ku Erzîk ji bo îfadeyên kurê wî PKK'ê kuştiye bide îşkenceyên giran pêk anîn. Kav da zanîn ku ji ber Erzîk ev yek qebûl nekir qetil kirin û cenazeyê wî 4 roj paşê li Çemê Êlihê hate dîtin û wiha got: "Malbatê cenaze teşhîs kir. Mustafa Erzîk bi çekê hatibû qetilkirin."