‘Dayika min bidin min bes e’
Fatma Tokmak a tevî ku bi giranî ji dilê xwe nexweşe jî nayê berdan piştî anjiyoya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoy derbas kir careke din şandin Girtîgeha Bakirkoy.
Fatma Tokmak a tevî ku bi giranî ji dilê xwe nexweşe jî nayê berdan piştî anjiyoya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoy derbas kir careke din şandin Girtîgeha Bakirkoy.
Fatma Tokmak a tevî ku bi giranî ji dilê xwe nexweşe jî nayê berdan piştî anjiyoya li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoy derbas kir careke din şandin Girtîgeha Bakirkoy. Tokmak a li bendê ye careke din bê emeliyatkirin, kurê wê Azad Tokmak ê ji ANF’ê re axivî du rojên zehmet ên li nexweşxaneyê derbas kir vegot. Azad di van rojên ku çavên her kesî li hilbijartinan e got: “Dayika min bidin min bes e.”
‘YAN KELEPÇE YAN JENDERME’
Zehmetiyên girtiya nexweş Fatma Tokmak û yên kurê wê Azad naqedin. Azad ê bi salane bi hesreta dayika xwe ye piştî bi salan tenê şevekê li cem ma. Ev jî li odeyeke nexweşxaneyê û di bin siya jendermeyan de. Azad ê em pêre axivîn diyar kir ji ber 4 qapaxên dilê dayika wî îflas kirine roja Çarşemê anjiyo bûye û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bakirkoy zilmek jiyane. Azad got di hundir û derveyî nexweşxaneyê de leşkerên OHAL îlan kirine zehmetiyên pir mezin ji wan re derxistine. Azad wiha dewam kir: “Piştî emeliyatê xwestin dayika min bi ranzeyê ve kelepçe bikin. Dema me bertek nîşan da gotin, ‘Yan kelepçe yan jenderme’ û bi şertê ku jenderme di hundirê odeyê de bimînin kelepçe siwar nekirin. Lewma şeva ez bi dayika xwe re mam di bin siya jendermeyan de derbas bû. Me bi roj xwarin anî nehiştin. Nexweşxane wer dorpêç kirin ku te digot qey sûcdarê herî mezin ê cîhanê anîne.”
‘A EM DIKIŞÎNIN NE ÊŞ ZILM E’
Azad diyar kir dema dayika wî roja Pênçşemê bi awayeyê emeliyatkirî birin girtîgehê xwestin bi kelepçe li wesayîta rîngê siwar bikin û di encama îtîrazan de jendermeyan kelepçe siwar nekirin. Azad anî ziman ku di van rojên çavên her kesî li hilbijartinan e tenê dixwaze bigihêje dayika xwe û got: “A em dikişînin ne êş zilm e”
Parêzer Eren Keskîn jî got ku tevî rapora Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a nikare di girtîgehê de bimîne jî Fatma Tokmak bi înad nayê berdan.