Daxistan navê hunera hemdeme
Daxistan navê hunera hemdeme
Daxistan navê hunera hemdeme
Ji çiyayan û koçeriyê dihat. Di nav refên gerîlla de navê xwe kiribû Dagistan ku, Dagistan dihat wateya “çiyayî”. Koçerî jî ji cewhera dilsoziya wî ya ji welatparêziye dihat. Dema ji dayik bibû navê wî kiribûn Şemsettîn Ariturk. Ne ji Şemsettîn û ne jî ji paşnavê Ariturk hez kiribû. Ji gava ku xwe nas kiribû koçerekî esîl bû û temenê xwe li çiyayan derbas kiribû. Beriya tevlî nav gerîllayan bibe li meskenên dapîr û babîrên xwe jiyana li çiyayan û di nav koçeriyê de mezin bibû.
Her çi qasî hêzên dagirker ji bo koçeriyê biqedînin çûna çiyayan qedexe kiribin jî vî bi îlhama ku wergirtibu vê paşnavê xwe kiriba Koçer. Wê ji çiyayan ji atmosfera ku çi yadi mirovan de hestên azadî û baweriyê diafirînin hez kiriba. Lewma dema tevlî nav refên azadiyê bû navê xwe kir Dagistan. Hestên azadiyê yên ku çiya di mirovên Kurd de diafirînin bi jiyana xwe fêr bibû. Ji ber vê yekê di Dagistan de taybetmendiyên çiyayan kedkarî, hêz û çalakvanî bibu yek. Ji ber vê li çiyayan tişta ku herî zêde bala wî dikişand kedkarî bû. Dagistan ji kadên ku herî zêde kedkarî lê hebû tevlî nav refên azadiyê bibû. Dema tevlî nav refên gerîlla bû di du tiştan de zehmetî nekişand. Yek ji van, çiya yek jî keda ku mirov dike mirov bû.
Ne xerîbê çiyayan bû. Bi salan li çiyayan jiyabû. Malbata vî ji bo debara xwe sewalvanî dikir. Ji ber vê rastiyê bi salan li çiyayan koçerî kiribû. Çiya ji bo mirovên Kurd her dem cihê xwespartinê û her wiha cihê ku hebûna xwe lê diparastin. Dagistan bi salan li çiyayan, xwe ji pêkutiyên dewlata faşîst a Tirk û ji polîtîkayên wê yên leşkerî, siyasî, aborî û çandî kêm be jî parastibû. Ji ber wê beyî ku nirxên Kurdîtiyê wenda bike di nav refên azadiyê de jî wê berdevam kiriba û kesayeta xwe li gorî vê ava kiriba.
WEK NAVÊ XWE XWEZAYÎ DIJIYA
Pêkanînên faşîzane yên dewleta Tirk xwe gihandibû sivîlên li çiyayan û ji rehên jiyanê hatibûn qutkirin û her wiha koçerî hatibû bidawîkirin. Beriya wê bi salan li çiyayên Kurdistanê agirêkî evînê hatibû pêxistin. Wî jî dil dabû evîna li çiyayan. Bibû lêgervanekî wê. Li çiyayan şervanên azadiyê nas kiribû. Ji wê demê û şûn ve êdî ev jî milîtanek bû ku li her qadê bi keda xwe tevlî jiyanê dibû. Di pêvajoyeke wiha de dikevê destê dewleta faşîst a Tirk Dagistan.
Dagistan çi di pêvajoya lêpirsînê de, çi jî di pêvajoya zîndanê de rûyê qirêj ê dijmin dibîne. Vê rastiyê kîn û hêrsa vî li hember dijmin zêde kiribû û dilsoziya Wî ya bi têkoşînê re pêş xistibû. Dagistan rastiyekê hîs dike. Ev ji rastiya ku li hemberî dijmin pêwîst e serketî be û rêya vê jî xwe di xeta Rêbertî û tevgerê de kûrkirin e. Ji ber vê girîngiyê dide perwerdeyê û lêkolînan dike. Her giha pêvajoya zîndanê ji bo xwe weke şansekî dibîne ku dikare xwe di perwerde û xeta Rêbertî de hîn zêdetir kûr bike.
HUNER DI XETA RÊBERTÎ DE PÊŞ DIXIST
Dema pêvajoya zîndanê qediya êdî ne tenê welatparêzekî ku alîkarî û piştevaniyê dike, bûye milîtanek ku di armanc û hedefa xwe de zelal bûye, bi vê armancê xwe perwerde kiriye û xwedî biryar, îradeyeke bêhempa ye. Êdî baş fêm kiriye ku yekane rêya mirov ji dijmin wergire di çiya û gerîllayan de derbas dibe. Bi vê armancê berê xwe dide çiyayan. Dema digihêje çiya û gerîllayan xeribiyê nakişîne. Ji gava yekemin a diavêje nav gerîlla heta nefesa xwe ya dawî her şert û mercî de dibe xwedî sekneke kedkar, durist û bi îstiqrar.
Daxistan li çiyayan di nav xebatên TEV-ÇAND’ê de cih digire. Bi qasî xebatên pratîkî yên gerîlla di nav xebatên çand û hunerê de jî nûjenî û dîsiplînê esas digire. Daxistan li hemberî ferasetên ku dixwestin xebatên çand û hunerê ji rê derxin û dejenere bikin bi sekna xwe ya rêxistinî û bi xebatên xwe yên pratîk bersiv dida. Daxistan di xebatên xwe de her tim bi nûjeniyê dixwest bibe bersiv û ji aliyê din ve jî texrîbatên ku hêzên serwer li ser gelê Kurd çêdikir dikir mijar. Daxistan, bi qasî xebatên komî, di xebatên yekkesî de jî dema derdiket ser dikê temaşeker di nav lîstika xwe de diherikand. Dizanîbû peyama xwe bi awayekî herî bi bandor bide. Tu carî hevalên xwe yên gerîlla yên di nav xebatên çand û huner de kar kiribûn ji bîr nedikir. Li ser dikê bi lîstikên xwe ew zindî dikir. Daxistan, xebatên çanda şoreşgerî yên ji Xelîl, Hêvî, Yekta berdewam dikirin bi sekn, ked û tevlîbûna xwe veguherandibû xetekê û bi jiyana xwe temsîla wê dikir.
Daxistin, xebatên şoreşgerî yên çand û huner ên li welat ji bo li derveyî welat jî veguheze gelê Kurd di sala 2010’an de derket rêwîtiya Serhedê. Bi qasî zehmetiyên rê bi awayekî aktîf di nav xebatên gerîlla de cih girt. Daxistan ji ber bêderfetiyan û hinekî jî ji bêşansiyan ku negihiştin cihê bigihêjinê dema di rêya vegerê de bûn li gundekî ku diçûnê di encama hevpariya xiyanet û komploya bi hêzên paşverû yên Îranê re di encama kemînekê de bi hevalê ligel xwe Lokman re di Hezîrana 2011’an de beşdarî karwanên şehîdan dibe.
Heval Daxistan ku bi cesaret û keda xwe her dem pêşeng bû, bi şehadeta xwe re jî wê her tim bibe ronahiyeke rêya me vedike.