Danezana konferansa TEV-ÇAND’ê ya Ewrûpayê hat aşkerekirin
Danezana konferansa TEV-ÇAND’ê ya Ewrûpayê hat aşkerekirin
Danezana konferansa TEV-ÇAND’ê ya Ewrûpayê hat aşkerekirin
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ya Mezopotamyayê ya Ewropayê (TEV-ÇAND) di dawiya hefteyê de 4’emîn konferansa xwe pêk anîn û danezana encamê ya xwe jî aşkera kir. Di danezanê de bang li hemû hunermendên Ewrûpayê hate kirin ku di meclisên çand, huner û rêxistinbûnê de cih bigirin û her wiha di beşên hunerên yên wekê şano, sînema, wêje û wêneyan de biryara berfirehkirinê hat girtin.
TEV-ÇAND’ê li bajarê Dusseldorf a Almanyayê di navbera 11-12’ê Gulanê de 4’emîn konferan xwe pêk anîn. Ji gelek welatan delege û mîvan tevli konferansê bûn.
Danezana encamê ya konferansê jî hat aşkerakirin û hate destnîşankirin ku Konferansa xwe di demeke ku pêvajoya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de pêk anîne û wiha hate gotinj: “Me pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin bi coş û kelecaneke meizn pêşwazî kir. Peywirên ku ji bo pêvajoya înşakirina Jiyaneke Azad û Rizgariya Demokratîk, ketiye ser eniya Çand û Hunerê hate nîqaşkirin û di li ser encamên pratîka salekî nirxandin hatine kirin. Konferansa me di roja şehadeta Şehîd Hozan Mîzgîn de pêk hat. Ev jî xwedî wateyeke gelek gelek girînge. Bi van hest û hişmendiyan di konferansa me de tespîtên gelek girîng hatine kirin û kêmasî û qelsiyên heyî hatine lêpirsînkirin, xwerexnedayîn hatiye dayîn û der barê dema nû de jî biryarên girîng hatine girtin.”
Di danezanê de hate destnîşankirin ku nirxên çandî yên civakî di heman demê de pîroziya civakê ye û ev tespît û nêrîn hatin vegotin:
“Ev pîrozahiyên ji nava jiyanê derketine, hezkirineke ku gihiştiye heqîqetê ye. Pergala roja me ya îroyîn jî ev pîroziyên bi nirx kiriye meta, hundirê wê vala kiriye û roj bi roj tune kiriye. Li şûnda wê jiyaneke rojane ya ku ji civakîbûn, ahlaq û wijdanê dur afirandiye. Ji daneyê vê pergalê, civakeke tenê xuya dike heye, ji çanda kêf û coşê xwe xwedî dike û bi vî awayî jiyanê dide meşandin. Ji fikr, gotin û çalakiyan dur dixe. Di bin navê çanda populer de bê çandîbûnê ferz dikin û nirxên çandî yên civakî dikin hedef û qirkirina çandî jî bi vî awayî dike meriyetê. Li dijî vê rewaşa bê çandîbûnê divê civak bi nirxên xwe yên dîrokî-komunal bê cem hev, wijdan û zihnê wan bê teşekirin, her tim zindî bê hiştin û bi heqîqeta çand û hunerê re bîne cem hev û hîmên faliyetên Tev-Çandê wisa bê avakirin. Divê li dijî polîtîkayên qirkirinê bi rêxistibûnên berxwedan bê dayîn û ev jî di konferansa me de wek perspektîfeke sereke hatiye dest girtin û nîqaş jî divê çarçoveyê de hatine meşandin.
Ji bo afirandina pegaleke demokratîk, ekolojîk û azadîperestiya zayendî, wezîfeyên girîng dikeve ser milê kedkarên TEV-ÇAND'ê. Beriya her tiştî, divê li dijî bandorên neyînî yên li ser çand û hunerê, zanyarî were pêşxistin û civak bê ronîkirin. Tevî vê yekê, parastin û peşvebirina hunera gel, wezîfeya me ye. Eger em bi şiyara "Kes ne bi rêxistin ne tişteke, kesê bi rêxistinkirî her tişte" xwe û civakê birêxistin bikin, emê wezîfeyên xwe bicih bînin."
Di danezana encamê de hat ragihandin ku li ser bingeha gotûbêjên hatine kirin, biryar hatiye girtin ku xebatên meclîsbûyînê wê werin pêşxistin. Di danezanê de bang li hemû hunermendan hat kirin ku di nava meclîsên çand û hunerê de cih bigirin û hat gotin, "Biryat hatiye stendin, ku bi hunermendên xwe li ser gel dibîne û wezîfeyên welatparêzî û dostaniyê bicin nînin, bi wan re kar neyê kirin."
Di danezanê de hat ragihandin, ku di konferansê de sekna huner û hunermendan û têkiliya saziyan bi hunermandan re hatine nirxandin û weha hat gotin; "Di konferansa me de seka hunermend û hunerê hat nirxandin. Pirgirêka berçav a di vî warî de xuya dike, ku hunermed ji îdelojiyê dûre û xwe bi tenê bi hunerê tîne ziman. Sekneke bi vî rengî dibe sedem ku hunermen d ji êş û kêfxweşiyên civakê dûr bikeve û ber bi nêzîkatiya starbûyînê ve biçe Konferansa me bang li hunermendan dike ku bi dilnizmî xwedî li nirxên civakê derkeve û bi civakê re tevbigere.
Mijareke din a hate nirxandin jî, têkiliya saziyên me bi hunermendan bû. Saziyên me yên heyî, ne bi tenê saziyeke hunerê ne. Di heman demê de perçeyek ji têkoşîna gel e. Di çarçoveya pêdiviyên têkoşîna me de ava bûye. Qada çand û hunerê û hunermend jî perçeyek ji têkoşînê ne. Li dijî qirkirina çandî, parastin û jîndarkirina nirxên cewherî, bi dil û wicdanê civakî yê tijî pîrozmendiyên civakî ne, dibe. Ji ber vê yekê, têkiliya navbera hunermend û saziyê de, ne bi tenê teknîkî û madî, divê bi pîvan, rêxistinî û li ser bingeha kedê be. Lê di roja me de, ev rewş bi vî rengî nayê nirxandin. Hîn bêtir bi têkiliyek ji derketina ser dikê sînorkirî pêk tê. Bi vê ve girêdayî têgihiştineke maddî serdest e. Konferansa me destnîşan dike, ku têkiliyek li ser bingeha sehne û pere, ne rast e û têkiliyên bi vî rengî mehkûm kiriye.”
Di danezanê de hat bibîr xistin, ku gelê Kurd gelekî di nava têkoşînê de ye û deskevtiyên xwe yên heyî bi berdêlên mezin bi dest xistiye û hat gotin; "Eger em piçek bêhna azadiyê dikin, ev bi xêra rêber û şehîdên me ye. Rêbertiya me û nirxên me yên têkoşînê, nirxên ku divê herî zêde em xwedî lê derkeve ne. Divê hunermendên me ji xwe re bikin wezîfe, ku rêbertiya me, şehîdên me û berxwedana gelê me ya destanî, bi huner û berhemên xwe jîndar bikin û bigihînin nifşên nû. Konferansa me bal kişandiye ser van mijaran û kêmasî rexne kiriye. Stran û klîbên dema dawî, tenê weke sloganan mane, naverok qels û seranser mane. Mixabin ti ji van stranan, di nava civakê de mayînde nebûne."
Di danezanê de hat ragihandin, ku qada şano û sînema gelekî lawaz maye û hat gotin, "Xebatên heyî gelekî qels in, saziyên me yên heyî jî ji temsîlkariyê gelekî dûr in. Şano, sînema, wêje, wêne û mîmarî, cîhana hilberînê ya civakan îfade dike. Civakek bê şano, bê wêje bê sînema nabe. Divê xebatên di vî warî de werin pêşxistin.
Di dawiya danezanê de, biryardariya konferansê hat destnîşankirin û di pêvajoya "avakirina jiyana azad" de ev bang hat kirin;
"Weke encam, li dijî qirkirin û têgihiştina jiyan û hunerê ya modernîteya kapîtalîst ku li ser çand û hunera me ferz dike, konferansa me li ser xeta nirxên komunal ên modernîteya demokratîk biryardariya xwe nîşan daye. Li ser vê biryardariyê, ji bo avakirina rêxistinbûyîn û meclîsên çand û hunerê yên li gelemperiya Ewrûpayê, Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Ewrûpayê ya ji 21 kesan hatiye avakirin. Ev biryardariya l konferansê derket holê, di heman demê de beşdariya li pêvajoya avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e. Konferansa me, wezîfeyên ji bo avakirina jiyana azad careke din bibîr xist û bang li hemû kedkarên çand û hunerê kir, ku bi giyana Mizgîn, Sefkan, Xelîl û Delîla beşdarî vê pêngavê bibin."