Danezana encamê ya Konferansa Zimanê Kurdî
Danezana encamê ya Konferansa Zimanê Kurdî
Danezana encamê ya Konferansa Zimanê Kurdî
Konferansa TZP-Kurdî ya bi şiyara "Azadiya ziman di çareseriya neteweya demokratîk de ye" piştî du rojan bi aşkerakirina danezana encamê bi dawî bû. Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku perwerdeya zimanê dayikê mafekî jêneger e û helwesta Serokwezîr Erdogan a der barê perwerdeya zimanê dayikê de hat şermezarkirin.
4. Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) bi şiyara "Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweyaa Demokratîk de ye" ku di navbera 24 û 25'ê Tebaxê de pêk hat bi aşkerekirina danezana encamê bi dawî bû. Di danezana encamê de hat diyarkirin ku Neteweya Kurd bi hezaran salane mîna neteweyên din xwedîcihê Rojhilata Navîn e wiha hat gotin:
"Dîsa tê zanîn ku ji ber tinebûna paradîgma, bîrdozî û serokatiyeke rêk û pêk, nebûye xwedî statu. Di sedsala 20'an de hewldanên bi destxistina azadiyê jî ji hêla mêtinger û serdestan ve bi awayekî hovane hatine pelçiqandin û di dawiyê de Kurd û Kurdistan bûne çar parçe. Dema ku em li 35 salên dawî yên têkoşîna azadiya gelê Kurd dinêrin, em dibînin ku pêşketin û destkeftiyên bêhempa hatine bidestxistin. Ev jî berhemên Rêbertî û paradîgmaya gelê Kurdên rêk û pêk in. Serketinên ku di pêvajoya bi hezar salan de pêknehatibûn di 35 salên dawî de hatin bi destxistin"
Di dewama danezana encamê de wiha hat gotin: "Em baş dizanin ku 27'ê Mijdara 1978'an bû mîlada jiyaneke nû. Ewroj tîra azadiya gelê Kurd ji kevanê derket û ji bo ku bigihîje hedefa xwe jî diçe û teqez dê bigihîje hedefa xwe. Lê belê gihaştina tîrê ya hedefê di destê pêşeng û rêveberên ku têkoşînê bi rêve di bin de ye. Divê her kes bi vê helwest û nêzîkatiyê tevbigere."
Di dirêjahiya danezana encamê de weha hat gotin: "Di vê têkoşîna 35 salan de sala 2012'an bû saleke tacîdarkirina serketinê. Beranberî guherîn û pêkhatinên Rojhilata Navîn, Rêberê Gelê Kurd di Newroza 2013'an de bi manîfestoya ku di Rojhilata Navîn û hemû cîhanê de bibe bingeha aştî, azadî û wekheviya hemû gelan, da destpêkirin. Bi daxwaza Rêberê gelê Kurd gerîlayan şer rawestandin û dest bi meşa azadiyê kirin û gerîla derketin derveyî sînor. Dîsa bi têkoşîn û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd a 35 salan di nava Kurdên parçeyên din de jî ruhê têkoşîn û berxwedanê gihand asta herî jor. Şoreşa Rojava berhema ruhê paradîgmayê ye. Şoreşa Rojava, zelalbûna dîroka Konferansa Neteweyî baweriya yekîtî û azadiya gelê Kurd derxist asta herî jor. Konferansa me bi tevlîbûna 200 delege û bi şiyara " Azadiya Zimên di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye" di vê pêvajoyê de hat li darxistin. Delegasyona konferansê ev pêvajo bi coşeke mezin pêşwazî kir.
Di konferansê de biryar û niqaşên hatin girtin wiha ne:
"1-TZP KURDÎ PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ WEK MAFEKÎ JÊNEGER DIBÎNE Û NAKE MIJARA TI NÎQAŞÊ. LI SER VÊ ESASÊ AXAFTINA SEROKWEZÎRÊ TIRK BI TÛNDÎ ŞERMEZAR DIKE.
2 - DELEGASYONA KONFERANSÊ KONFERANSA NETEWEYÎ YA KU DÊ LI HEWLÊRÊ PÊK BÊ SILAV DIKE.
3 - DI PÊNGAVA RIZGARIYA DEMOKRATÎK DE JI BO PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ BÊ QEBÛLKIRIN HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN DIVÊ DI NAVA GELÊ ME DE BI RUHEKÎ SEFERBERIYÊ TEV BIGERIN DA KU JI PÊVAJOYÊ RE BIBIN BERSIV.
4 - DELEGASYONA ME JI BER ŞER Û PEVÇÛNÊN KU DI NAVA GEL DE BI KUŞTIN Û BIRÎNDARKIRINAN BI ENCAM DIBE XEMGÎNIYA XWE TÎNE ZIMAN.
5 - DELEGASYONA ME HELWESTA DURÛ YA DEWLETÊN EWROPAYÊ KU DI DERBARÊ ÇAPEMENIYA KURD DE NÎŞAN DIDE ŞERMEZAR DIKE.
6 - DI WARÊ XEBATÊN KURDÎ DE HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN ME BERPIRSIYAR IN, DIVÊ HEMÛ SAZÎ XWEDÎ BERNAME BIN, DELEGASYONA ME BI HIŞYARIYEKÊ VÊ BERPIRSIYARIYÊ JI WAN RE RADIGIHÎNE.
7 - TZP KURDÎ BERXWEDAN Û ŞOREŞA ROJAVA JI BO AZADIYA KURDISTANÊ WEK PÊNGAVA HERÎ GIRÎNG DIBÎNE Û JI BO PERWERDEHIYA ROJAVA XWE BERPIRSIYAR DIBÎNE Û DIKEVE NAVA AMADEKARIYAN.
8 - TZP KURDÎ JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ DIVÊ HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN KURDÎ RE NÎQAŞAN BIKE Û MODELEKE NÛ AMADE BIKE.
9 -DIVÊ TZP KURDÎ HEMÛ KAR Û BARÊN XWE LI GORÎ BERNAMEYEKÊ BIMEŞÎNE.
10 -TZP KURDÎ BI TAYBETÎ DÊ JI BO PERWERHIYA ZAROKAN KAR Û BARAN BIMEŞÎNE, BI TAYBETÎ JI BO TELEVÎZYONA ZAROKAN DÊ DI NAVA HEWLDANÊ DE BE.
11 -TZP KURDÎ JI BO PERWERDEHIYA ASTENGDARAN DÊ XEBATAN BIMEŞÎNE.
12 - DI HÎNDARIYA ZIMÊN DE DÊ JI XEYNÎ RÊZIMANÊ DERSÊN DÎROK, WÊJE, ERDNÎGARÎ Û ÇANDÊ JÎ BÊN DAYÎN
13 - DIVÊ TZP KURDÎ DI WARÊ HÎNDARIYA ZIMÊN DE MATERYALÊN CUDA Û KÊRHATÎ AMADE BIKE.
14 - SAZÎ, DEZGEH, RÊVEBER Û SIYASETMEDARÊN ME DIVÊ HEMÛ KAR Û BARÊN XWE BI ZIMANÊ XWE BIKIN.
15 - JI BO XITIMANDINA PERGALÊ, DIVÊ HEMÛ GELÊ ME DI HEMÛ SAZIYÊN FERMÎ Û NE FERMÎ DE ZIMANÊ DAYIKÊ BI KAR BÎNE. JI BO VÊ YEKÊ DI SERÎ DE DELEGASYON Û HEMÛ SAZÎ DEZGEHÊN ME LI HEMBERÎ PÊKHATINA VÊ BIRYARÊ BERPIRSIYAR IN.
16 - DIVÊ DI HEMÛ DIBISTANAN DE XWENDEKAR BERSIVÊN MAMOSTEYAN BI KURDÎ BIDIN Û MAMOSTE JÎ DI DIBISTANAN DE BI AWAYEKÎ EŞKERA BI KURDÎ BIAXIVIN.
17 - HER HEFTE DI HEMAN SAETÊ DE LI HER NAVÇE Û BAJARÎ JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ RÊZEÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN.
18 - DI 16'Ê ÎLONÊ DE LI HER DERÊ LI GORÎ DERFETAN MEŞ Û DAXWIYANÎ BÊN LIDARXISTIN.
19 - TZP KURDÎ Û HEMÛ SAZIYÊN ME DI HEMÛ XEBATÊN XWE DE DU ZARAVAYAN BI KAR BÎNIN, JI BO ZARAVAYA KIRMANCKÎ CUDAHIYA POZÎTÎF LI BER ÇAVAN BÊ GIRTIN.
20 -SAZÎ Û DEZGEHÊN KU LI GORÎ FERASETA DEWLETÊ LI SER ZIMANÊ KURDÎ KAR Û XEBATÊ DIKIN JI ALIYÊ DELEGASYONÊ VE HATIN REDKIRIN Û DIVÊ HEMÛ SAZÎ Û DEZGEHÊN ME LI GORÎ VÊ BIRYARÊ TEV BIGERIN.
21 - DIVÊ DI BIN BANÊ HEMÛ ŞAREDARIYÊN ME DE PÊŞDIBISTAN BÊN DAMEZRANDIN.
22 - KESÊN KU DI HILBIJARTINAN DE JI BO RÊVEBERÎ Û PARLEMENTERIYÊ DIBIN BERENDAM DIVÊ TEQEZ BI ZIMANÊ KURDÎ BIZANIN.
23 - DI HEMÛ ŞAREDARIYÊN ME DE JI SEROKŞAREDAR HETA XEBATKARAN DI DANÛSTANDINÊN ROJANE DE ZIMANÊ DAYIKÊ BI KAR BÎNIN Û HEMÛ ŞAREDARIYÊN ME XEBATÊN XWE BIKIN DU ZIMANÎ Û BI HER AWAYÎ PIŞTGIRIYA XEBATÊN DI DERBARÊ ZIMÊN DE BIKIN.
24 - DIVÊ HEMÛ KAR Û XEBATÊN TZP KURDÎ NE BI FERASETA PIŞTGIRIYA JINÊ, BI FERASETA PÊŞÎVEKIRINA LI XEBATÊN JINÊ BÊN MEŞANDIN.
25 - DELEGASYONA KONFERANSÊ, KONFERASÊ DIYARÎ 3 JINÊN KURD ÊN SIYASETMEDAR KU LI PARÎSÊ HATIN KUŞTIN Û HELBESTVANÊ KURD ŞÊRKO BÊKES Û HEMÛ ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ DIKE"