DAÎŞ tevgeriya!

Piştî gefên Erdogan ên li ser Bakurê Sûriyê DAÎŞ li Iraqê li Kerkûk û Diyalayê ku weke 'deverên nîqaş li ser wan' têne binavkirin, tevgeriya.

Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar, DAÎŞ ya ku ji gefên Erdogan hêz û peyam standî li Iraqê tevgeriya. Hate gotin DAÎŞ van 2 rojan dawî li nav sînorên Kerkûkê û Seleheddînê 20 sivîl revandine.

Li gorî rayedarekî ewlehiyê yê Kerkûkê DAÎŞ ji gundekî nêzî bajarokê Reşadiyê yê li Başûrê Kerkûkê, muxtarê gund jî di nav de 13 sivîl revandin.

Her wiha hate diyakirin DAÎŞ şevê dî êrîş bire ser gundê Parepare ya Xurmatû û 4 Kurdên sivîl revandin.

Hin ji sivîlan xwe ji dest DAÎŞ'ê xilas krin lê yên ku nikarîbûn ku xwe xilas bikin jî çeteyên DAÎŞ'ê ew ber bi devereke nediyar ve birin.

PAÇIKÊN XWE YÊN REŞ DALEQANDIN

DAÎŞ'ê li Diyalayê li gundekî paçikê xwe yê reş daleqand. Li gorî agahiyan şevê dî komeke DAÎŞ'ê bi ser gundê Hadlexîzerê yê Bakuba a Diyalayê de girt. Dema ku bi ser gund de girtin hate gotin DAÎŞ'ê paçikê xwe yê reş jî li gund daleqandin.

Li ser vê gundiyan bang li hêzên ewlehiyê kirin, hêzên ewlehiyê yên ku xwe gihandin gund paçikê reş ê DAÎŞ'ê anîn xwarê û li herêmê ketin pey çeteyan.

TEVGER DIDOME

Li Bakuba ya Diyalayê jî DAÎŞ tevgera xwe didomîne. Van demên dawî DAÎŞ tevgera xwe zêde kiriye. Li van deran êrîşên li ser gundiyan û hêzên artêşa Iraqê û polîsên federal van demên dawî zêde bûne.