Covîd-19 çima zû belav dibe?

Pispor dibêjin, kesên ku bi vîrûsa Covîd-19 ketine, lê belê ti nîşaneyên nexweşiyê bi wan re nîne, dibin sedem ku nexweşî zû belav bibe.

Zanyar li dijî vîrûsa Covîd-19 bênavber dixebitin. Têkildarî vê nexweşiyê ku gelek aliyên wê nayê zanîn, yekane tişta ku tê zanîn ew e ku mirov ji hev digirin.

Li ser rûyê dinyayê nêzî nîv milyon mirov bi vîrûsa Covîd-19 ketine. Li beşeke zêde ya van nexweşan nîşaneyên nexweşiyê tên dîtin û li ser testê eşkere dibe ku bi vîrûsê ketine.

Daneyên dawî yên ji Çînê hatin, ku nexweşî destpêkê li wir hate dîtin, gelekî balkêş in. Rayedarên Çînî ku beşeke girîng a gel di testa vîrûsê re derbas kirin, eşkere kirin ku li 375 bajaran ên ku vîrûs lê hatin tespîtkirin, 86 ji sedî yê mirovên bi vîrûsê ya pê nehesiya bû ku nexweş in, ya jî bi rengekî gelekî sivik ji nexweşiyê rizgar bûn.

Ji ber ku li qada navneteweyî hîn testên berfireh nehatine kirin, rastiya van daneyan cihê nîqaşê ye. Lê belê pispor dibêjin, kesên ku bi vîrûsa Covîd-19 ketine, lê belê ti nîşaneyên nexweşiyê bi wan re nîne, dibin sedem ku nexweşî zû belav bibe.

Li gorî projeyeke ku li Îtalyayê testên Covîd-19 meşandin, 60 ji sedî yê nexweşan nizanîbûn ku nexweş ketine.

Ev rêje li gorî Çînê kêm jî be têrê dike ku nexweşî zû belav bibe.

Her yek ji 5 kesênbi vîrûsa Covîd-19 dikevin li unîteya lezgîn tedawî dibin. Sedema bingehîn a vê yekê jî zaturre ye ku gelekî belav bûye. Li Çînê 1.4 ji sedî yên bi vîrûsa Covîd-19 nexweş ketin, jiyana xwe ji dest dan. Ev rêje li welatên din hîn ne diyar e ji ber ku testên berfireh nikarin bên kirin.

Dema ku kesek bi vîrûsa Covîd-19 bikeve, hingî hta 14 rojan nîşaneyên wê tên dîtin. Li zêdeyî nîvê nexweşan ev dem kêmî 6 rojan e. Nexweşî dema ku bi yekî ket, piştî 2.5 rojan derbasî mirovên cuda jî dibe.

Mirovên ku qet nîşaneya vîrûsê li ser wan xuya nakin, bi giranl li dev û qirikê ne. Ev yek jî nîşan dide ku ew kes nexweşiyê bi kuxikê, pişkînê yan jî bi rêbazên bi heman rengî belav dike.

Zanyar dibêjin, belavkirina amûrên testê li gel ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiyê gelekî girîng e. Ji ber ku test tenê ji bo beşek ji nexweşan tê kirin, nexweşî heta niha li Ewropa û DYE'yê zêde belav bûye.