Cihêrengiya biyo: Ji bo 2050'î planek tê amadekirin

Civîna Konvansiyona Cihêrengiya Biyolojîk a li Romanê piştî hevdîtinên hefteyekê roja Şemiyê bi dawî bû. Ji bo parastina ekosîstemê û birêvebirina çavkaniyên xwecihî bi rengekî mayinde, heta sala 2050'î plansaziyeke berfireh tê danîn.

Civîna konvansiyonê destpêkê wê li Çînê bihata kirin. Her wiha dihate payin ku Çîn di Cotmehê de mêvandariyê ji civîna konvansiyona 15'emîn (COP15) a têkildarî cihêrengiya biyolojîk a Neteweyên Yekbûyî re bikira.

Lê belê danûstandinên konvansiyona cihêrengiya biyo ji ber şewba vîrûsa korona di kêliya dawî de li Romayê hatin kirin. Nûnerên Çînê jî ji ber şewbê nekarîn tevlî civînê bibin. Di demekê de ku civînê dewam dikir, Îtalya jî bû yek ji wan welatan ku şewb lê belav bûye.

Têkoşîna li dijî guhertina avhewayê ji sala 2015'an û vir ve bi bingeha Peyman Parîsê tê kirin. 183 dewletan ev peyman pejirandibûn. Li gorî peymanê, ji bo kêmkirina emîsyona gaza bi sera divê bi rêk û pêk hewldan bên kirin û germahiya global jî di binê 2 pileyî de bê hiştin.

Bi nebaşbûna rewşa xwezayê û tinebûna zindiyan re av, hewa û xurek a ji bo xwedîkirina mirovan pêwîst in û eko sîstem vê yekê peyda dike, ketin nava rewşeke metirsîdar. Pispor demeke dirêj e balê dikişînin ser metirsiyê.

Di vê çarçoveyê de nûnerên zêdeyî 140 dewletan li Romayê şeş rojan pêşniyar nîqaş kirin. Pêşniyar ji bo pêkanîna armancên heta sala 2050'î hatin kirin.

Li gorî AFP'ê, welatên tevlî civînê bûn yekemcar li ser naveroka pêşniyaran daxuyanî dna. Hate ragihandin ku danûstandina li ser van pêşniyaran wê piştre bên kirin. Yek ji pêşniyaran jî ew e ku li qadên bejahî bi rêjeya 30 ji sedî û yên deryayî jî herî kêm 10 ji sedî "qadên parastî" bên avakirin. Ev pêşniyar bi pêşengiya Fransa û Costa Rîcayê ji aliyê komîsyoneke ji 30 welatan ve hate pêşkêşkirin.

Di metnê de her wiha pêşniyar tê kirin ku qirêjiya hewayê heta sala 2030'î bi rêjeya 50 ji sedî bê kêmkirin, di vê çarçoveyê de jî rêyên çareseriyê jî xwe bispêrin xwezayê û bi vî rengî li dijî germahiya global têkoşîn bê meşandin. Şefê heyta danûstandinan a Norwêcî Gaûte Voîgt-Hanssen ji AFP'ê re axivî û destnîşan kir ku metnê ji 12 rûpelan 'gaveke baş e'.

Li gorî Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) metna ji pêşniyarên têkildarî cihêrengiya biyo wê Cotmehê bê qebûlkirin û ji bo parastina cihêrengiya biyo di nava dehan salên bê de wê bibe çarçoveyek.