CENÎ bi wesîleya ‘Roja piştgirîdayîna girtiyên siyasî’ a navneteweyî got ku vê rojê bi daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî di kesayeta mîmarê azadiyê û çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve zindî dike û hemû kesên demokrat bi taybetî rêxistinên mafên mîrovan û yên jinan banga xwedîderketina xurttir ya berxwedaniya girtiyên siyasî dike.
Buroya Aştiyê ya Jina Kurd (CENÎ) bi wesîleya ‘Roja Piştgirîdayîna girtiyên siyasî’ ya di sala 1923’yan de ji aliyê rêxistina ‘Alîkariya sor a navneteweyî’ ve li ser esasê protestokirina komkujiya serhildana 18. Adara 1871’ê ku li Parîsê ji aliyên tevgerên anarşîst, komûnîst û sosyalîst ve hatin jiyîn û zêdetirî 20.000 kes hatin qetil kirin û 13.000 kes bi cezayê mirinê hatin darizandin wek ‘roja piştgirîdayîna girtiyên siyasî’ hate îlan kirin daxuyaniye da.
CENÎ di daxuyaniya xwe de got,
“Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ vê rojê bi daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî di kesayeta mîmarê azadiyê û çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan ji nû ve zindî dike û hemû kesên demokrat bi taybetî rêxistinên mafên mîrovan û yên jinan banga xwedîderketina xurttir a berxwedana girtiyên siyasî dike.”
CENÎ diyar kir ku tê zanîn ku ji bo ferdek ji civakê bê qut kirin ji aliyê pergala kapîtalîst ve bi gelekî rêbazên dijmirovahî li ser esasê binpêkirina mafan û şikandina vîna mirov tê meşandin û wiha dewam kir, “Bi taybetî li hemberî ferdên ango civakên ku li ser esasê bûyîna civakek bi exlaq û polîtîk ji bo jiyîna jiyanek bi rûmet li hemberî pergala baviksalarî têdikoşin, qirkirinên fîzîkî û çandî tên ferzkirin. Ferdên ango civakên têkoşer û berxwêdêr bêguman ji zîhniyeta desthilatdaran ve wek tehlûkeyêk mezin tên destgirtin ji lewra jî ji bo ku karibin berjewendiyên xwe yên dijmirovahî bidin parastin bi avakirina girtîgehan hewldana çavtirsandina gelan û şikandina rûmeta gelan tên kirin.”
‘LI HEMBER GIRTIYÊN SIYASÎ ŞEREKÎ DERÛNÎ JÎ TÊ MEŞANDIN’
Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ da xuyakirin girtiyên siyasî ku taybetî li hemberî pergala baviksalarî şerek bîrdozî didin meşandin da ku bi nasnameyên xwe yên dewlemend û cîhereng bijîn, ne tenê di warê fîzîkî de tên dîl girtin, di warê derûnî de jî şerekî taybet bi êrişên fîzîkî jî tên meşandin.
Daxuyanî wiha didome:
“Ev di sedsala 21’emîn de bi awayekî hîn zelaltir xuya dike ku girtîgeh ji vîna azad a ferdek û civakek demokrat û azadîxwaz ti car nabe asteng.
Bi taybet li Kurdistanê ango li rejîmên dagirkeran wek Tirkiye, Sûriye, Îran û Îrak asta hovîtiya ku li ser girtiyên siyasî tên meşandin û berxwedaniya ku ji aliyê girtiyên siyasî tên birêve birin ji nû ve radixe berçavan ku li ser esasê parastina xwe ya cewherî hebûna gelê Kurd bi nasnameyên xwe cihereng çawa girtîgehan bêwate kirin.
Di serî de di kesayeta Mîmarê Çareseriyê û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ku 16 salan li Girava Îmralî tê radest girtin ji nû ve hat îspatkirin ku fikrê azad, felsefeya azad ti car nayê dîlgirtin!
‘DIXWAZIN DI KESAYETÊN PÊŞENGÊN GELAN DE VÎN Û RÛMETA GELAN TINE BIKIN’
Bi wesîleya vê rojê CENÎ hovîtiya rejîma Îranê, ku bi darvekirinan giha asta herî jor û di kesayeta Zeynep Celaliyan de dixuye çawa di xeta berxwedana Sakîne Cansiz jina Kurd li hemberî hemû cureyên şîdeta dagirkeran di jiyana azad de bi israr e, bi dijwarî şermezar dikin. Her wekî din jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi deh hezaran girtiyên siyasî bi navê operasyona KCK tên dîlgirtin û nifşa nû ya civakê hewl didin bi çanda destavêtinê bidin tinekirin.”
Hewl tê dayîn di kesayetên pêşengên gelan de vîn û rûmeta gelan bidin binpêkirin û tıne kirin.
CENÎ bang li hemû kesên azadîxwaz û demokrat ji bo xwedîderketina çalakiyên demokrat yên gelê Kurd, ku ji bo azadiya Rêberê xwe ya di warê fîzîkî pêş dixînin û ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî, bikevin nav liv û tevgerekî xurttir.
CENÎ bibîr xist ku wê xebatên xwe ya li ser hîmê pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya Zeynep Celaliyan û hemû girtiyên siyasî berfirehtir bikin.
Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû
“Werin em diwarên girtîgehan bi ruhê berxwedana girtiyan hilweşînin û ji nû ve îspat bikin ku vîn û fikra azad a gelê Kurd ti car nayê dîlgirtin!”