Cenazeyê şervana YPJ’ê Ozdemîr şandin Stenbolê

Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulcan Ozdemîr (Sara Dêrsim) a li Tirbespiyê di şerekî de jiyana xwe ji dest da piştî anîn Amedê ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulcan Ozdemîr (Sara Dêrsim) a li Tirbespiyê di şerekî de jiyana xwe ji dest da piştî anîn Amedê ber bi Stenbolê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Gulcan Ozdemîr (Sara Dêrsim) a li Tirbespiyê di şerekî de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Mêrdînê danê êvarî anîn Amedê. Cenaze li sêgoşeya Bismil-Çinar, ji aliyê girseya ku di nav de rêveberên MEYA-DER, DBP, HDP û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî hebûn hat pêşwazîkirin. Cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi navenda bajêr ve hat rêkirin. Konvoya ji aliyê welatiyan ve hat silavkirin, anîn Mala Pîr Sultan Abdal a Cem û Çandê ya li Rezan.

Cenaze ji aliyê jinan ve ji wesayîtê hat hilgirtin û bi dirûşma, “Şehîd Namirin” rakirin morgê. Piştî wecîbeyên olî cenaze careke din ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û anîn ber Mala Cem. Piştî rêzgirtinê, li gor baweriya Elewiyan helalî hat xwestin. Li dû axaftina Serokê Şaxa MEYA-DER a Amedê Mehmet Yaşar, cenazeyê Ozdemîr ji bo defnkirinê ji Balafirgeha Amedê ber bi Stenbolê ve hat rêkirin.