Cenazeyê şervana YPJ’ê Altunkiliç li Kirşehîrê hat defnkirin

Fermandara Tîm a YPJ’ê Seran Altunkiliç a di operasyona Mebrukayê de jiyana xwe ji dest da bi gotina dayika xwe ya “Keça min ez bi te ser bilind im, têkoşîna te ez dewr digirim” li gundê Çevîrme ya Kirşehîrê hate definkirin.

Fermandara Tîm a YPJ’ê Seran Altunkiliç a di operasyona Mebrukayê de jiyana xwe ji dest da bi gotina dayika xwe ya “Keça min ez bi te ser bilind im, têkoşîna te ez dewr digirim” li gundê Çevîrme ya Kirşehîrê hate definkirin.

Cenazeyê Fermandara Tîm a YPJ’ê Seran Altunkiliç (Seran Anatolia) di operasyora azadkirina Mebrukaya bi ser kantona Cizîrê ya Rojava jiyana xwe ji dest da, li gundê Çevîrme ya Kirşehîrê hate definkirin. Cenazeyê beriya du rojan ji sînorê Qoserê ya Mêrdînê hate wergirtin piştî li Amedê karên otopsiyê hate kirin bi rêya bejahiyê ve anîn Kirşehîrê. Cenazeyê Altunkiliç ji Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin û cenaze li tesîsên Yuzuncu Yil a li ser rêya Enqere-Kirşehîrê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin” ve hate pêşwazîkirin û ber bi gundê Çevîrmeyê derxistin rê.

Konvoya cenaze di ketina gund de ji aliyê cendirmeyan ve hate rawestandin û piştî nîqaşa di navbera kesên di konvoyê û cendirmeyan de careke din rêya xwe berdewam kir. Cenaze li gund ji aliyê hezaran kesan ve di çepik û tîlîliyan ve hate pêşwazîkirin. Cenaze ewil birin mala wê û li vir hinekî dan rawestandin piştre li ser milên jinan ve ber bi goristanê bi girseyî hate birin. Jinan di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Jin jiyan azadî” “Şehîd namirin” heta goristanê birin. Piştî nimêje cenazeyê Altunkiliç bi hestewarî hate definkirin.

‘SERENA MIN WEKE BÛKÊ RÊWÎ KIRIN’

Malbat û xizmên wan dirûşmên “Şehîd namirin” “Seran heqê xwe helal bike” berz kirin. Piştî ku cenaze hate definkirin dayika Altunkiliç Servet Altunkiliç axivî û wiha got: “Dema ku ew çû serê min her tim bilind bû. Wê niha jî wisa be. Em ê mîrateya wê hilgirin. Ji Amedê heta Kirşehîrê bi çek û tîlîliyan ve keça min weke bûkê rêwî kirin.”

Hevserokê MEYA-DER’ê Mehmet Yaşar jî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez dizanim ku qehremanên hemû civakan hene, mirovên wan ên ji bo gel şer dikin hene. Lê ya herî girîng têkoşîna ji bo parastina gelê xwe ye. Seran û rêhevalên wê jî têkoşîneke wisa bi biryarî didan.” Yaşar soza wê bi bîranên yên jiyana xwe ji dest dane bimînin da.

Serokê KURD-DER’ê Mustafa Karaman jî wiha axivî: “Heta niha li Anatolyaya Navîn û Kirşehîrê gelek şehîd çêbûn lê yekem car e ku em şehîda xwe li axa xwe oxir dikin.” Karaman destnîşan kir ku di rê de jî ji bo wan gelek zehmetî hatiye derxistin û nirxandina “Beriya ku Seran şehîd bikeve puşileke dide hevalên xwe û dibêje heke şehîd bikevim bidin dayika min. Me ew anî û teslîmî dayika wê kir.”

Piştî merasîma cenaze ya malbata Seran, hevalên wê û welatiyên Kirşehîrê beşdar bûn girse bi dirûşma “Şehîd namirin” belav bû.