Cejna Batizmî hate pîrozkirin

Asayîşa Êzîdxanê û şervanên YBŞ'ê li navçeya Dihola ya Şengalê Cejna Batizmî li civaka Êzidî pîroz kirin.

Welatiyên Êzidî bi kêfxweşî şervanên xwe pêşwazî kirin û jinan nanê tenûrê dan şervanan. Şervanên YBŞ'ê û Asayîşa Êzîdxanê jî li nava malan geriyan û cejn li civaka Êzidî pîroz kirin.

Fermandarê Asayîşa Êzîdxanê Çekdar Cûdî got, "Cejna Batizmî cejneke pîroz e ku bi salan e di nava civaka Êzidî de tê pîrozkirin. Cejna gelê me yê li Ewropa, Başûr û Bakurê Kurdistanê pîroz dikim."