Çalakiya kon a Saarbrucken 3 roj li pey xwe hişt

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakiya kon a li ber Galeriya Europa roja 3. li pey xwe hişt.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakiya kon a li ber Galeriya Europa roja 3. li  pey xwe hişt. Çalakiya kon 19’ê Îlonê roja Şemiyê bi meşekê wê bi dawî bibe. Komîteya Amadekar, ji bo meş û 19’ê Îlonê saet 15.00’an banga tevlîbûnê kir.

Di tevahiya çalakiya kon de bi hezaran belavok hatin belavkirin, saziyên Elman hatin ziyaretkirin û dosya hatin pêşkêşkirin.

Hevseroka Meclîsa Saarbrucken Dîlan Akdogan a têkildarî çalakiyê agahî da got ku ji bo raya giştî ya Elman der barê pêşveçûnên li Kurdistanê rû didin agahdar bikin çalakiya kon pêk anîne.

Aydogan têkildarî meşa 19’ê Îlonê banga tevlîbûnê kir. Akdogan diyar kir ku di tevahiya çalakiya hefteyekê de saziyên çapemeniyê ziyaret kirine û dosya dane wan. Akdogan her wiha ragihand ku bi parlamentoya eyaletê re jî wê hevdîtinekê pêk bînin.  

...