CÎK’ê Cejna Remezanê pîroz kir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Werin em aştî û aramiya li Kurdistanê bi pêş bixînin.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Werin em aştî û aramiya li Kurdistanê bi pêş bixînin.”

Di daxuyaniya CÎK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cejn rojên şahî û kêfxweşiyê ne. Cejna Remezanê jî yek ji cejna ola Îslamê ye. Cejna Remezanê roja têgihiştina Qurana pîroz e. Roja azadiya ji zilma Ebû Cehîl û hevalên wî yên zilimkar e. Îro jî li ser gelê me zilmeke mezin heye. Gelê me tê kuştin, talankirin û cejn li wan hatine herimandin. Ji bo ku li Rojhilata Navîn cejn wekî cejnan werin pîrozkirin divê durûtiya li hemberî gelê me were rakirin. Pêxemberê me Hz. Mihemed dibêje ku “Yên ku ji bo birayê xwe jî heman tiştên ji bo xwe nexwaze, îmana wan ne tam e.” Yên ku ji me re dibêjin bira, her tiştê me ji destê me girtine. Em bang li birayên xwe yên misilman dikin. Ji bo gelê Kurd adil û mafnas tevbigerin, kuştin û talankirina li ser Kurdan bidin sekinandin, aştî û aramiya li Kurdistanê pêş bixin. Werin em ji bo aştî û wekheviya mirovan kar bikin, alîkariyê bidin hejar û feqîran. Heke di nav civaka misilman de mazlûm û feqîr jî bigihêjin mafê xwe, wê demê ew ê cejn bibin cejn.

Bi hêviya ku Xwedayê mezin îbadeta me qebûl bike, feqîrî û hejarî ji nav me rabe û biratiya rast û durist bi cih bibe, em bi hev re li ser axeke azad jiyaneke azad derbas bikin, em di serî de cejna miletê xwe û ya hemû cîhana Îslamî pîroz dikin.”