Buldan, Karay û Yildirim hatin bîranîn
Karsazên Kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim di 21'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Karsazên Kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim di 21'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Karsazên Kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim di 21'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku ew ê piştî 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê edaletê pêk bînin û jiyaneke nû ava bikin.
Karsazên Kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim di sala 1994’an hatin qetilkirin li ser gorên xwe yên li Goristana Avcilarê hatin bîranîn. Malbatên Buldan, Karay û Yildirim, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, endamên Dayikên Şemiyê, YAKAY-DER û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di biranînê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Serokê YAKAY-DER’ê Velat Demîr axivî. Demîr diyar kir ku ji hêla Tansu Çiller û Mehmet Agar li Kurdistanê çete hatibûn avakirin û wiha got: "Ev çete ji bo tinekirina gelê Kurd hatibûn avakirin. Ev her sê hevalên me jî ji aliye vê çeteyê ve hatin qetilkirin."
'BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ HATIN QETILKIRIN'
Birayê Adnan Yildirim, Orhan Yildirim jî derbirî ku birayê wî, Buldan û Karay 21 sal berê hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ev her sê hevalên me wekî hezaran kesî ji aliye hêzên dewlete ve bi awayekî plankirî hatin qetilkirin. Kujerên wan dewlet e. Ji ber vê yeke kujerên wan nayên dîtin. Ev 21 sal in em li edalatê digerin lê hê edalet pêk nehatiye. Heta dewlet lêborîna xwe bixwaze wê ev têkoşîna me bidome.”
Birayê Savaş Buldan Necdet Buldan diyar kir ku ji bilî Tirkiyeyê ti kes nikare vê qetilkirinê bike û wiha got: "Tirkiyeyê ew qetil kirine. Faşîst wextê kesan qetil dikin navê kujêrên windahî li wan dikin. Em edaletê ji dewletê naxwazin. Em wan şermezar dikin.” Li ser navê malbata Hacî Karay, Oktay Karay mafê axaftinê stend û bilêv kir ku ev 21 sal in li her derê lêgerina xwe ya edaletê didomînin û wiha axivî: “Di 10’ê Tîrmehê de li Enqereyê danişîna wan wê pêk bê. Em dixwazin hûn me li vê derê tenê nehêlin û bibin qîrîna kesên ku li dijî tarîtiye têdikoşin.”
'EM Ê HESAB JI KUJERAN BIPIRSIN'
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî anî ziman ku îro ew ê li vir in lê kujerên wan nikarin bên vir. Yuksekdag da zanîn ku divê êdî Tirkiye bi rastiya xwe re rû bi rû were û wiha axivî: "Heta Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû neyê ronahiyek nayê Tirkiyeyê. Kesên windakirin bi rastiya xwe li cem me ne. Ev rastî stûyê siyasetmedarên îktîdarê bernade.” Yuksekdag bilêv kir ku îro pêwîstiya Tirkiyeyê wek av û nan bi edaletê heye û wiha pê de çû: "Hikûmeta AKP’ê edî nikarê behnekî bistene. Heta AKP’ê bi darbekarên 12'ê Îlonê û windahiyan rê rû bi rû neyê Tirkiye jî naguhere. Em ê ji kujerên wan hesab biprisin. Em ê piştî 7'ê Hezîranê li Tirkiyeyê edaletê pêk bînin û jiyaneke nû ava bikin."
Piştî axaftinan biranîn bi xwendina dûayan bi dawî bû.