Buhayê zêde sewalkariyê diqedîne

Li Wan û derdora wê ku sewalkarî li ber tinebûnê ye, ji ber buhayê zêde yê êm û ka, kesên heywanan xwedî dikin zerarê dibînin.

Ji ber ku hikumeta AKP'ê buhayê êm û ka zêde kir, mirovên ku sewalkariyê dikin zerar dîtin.

Polîtîkayên hikumetê yên li ser cotkariyê, li Wan û navçeyên wê bû sedem ku buhayê heywanan kêm bibe. Li Wanê û navçeyên wê buhayê pez 600 heta hezar TL, yê dewaran jî ji 3 heta 8 hezar TL ye.

Ji ber zemên ku hikumeta AKP'ê ragihand, buhayê ka ji 300 lîreyî bû 1500 lîre.

Buhayê kîsekî êm jî ji 50 lîreyî bû 150 lîre. Zêdebûna buhayê ka û êm bû sedem ku buhayê heywanan kêm bibe. Cotkar ji bo karibin êm ji heywanên xwe re bikirin neçar dimînin ku heywanan bi erzanî bifiroşin.

Her wiha qedexekirina zozan û çêrgehan jî ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve tê ragihandin, zextên li gundiyan tên kirin û krîza aboriyê derba giran li sewalkariyê xistiye.

Krîza aboriyê ya salên dawî herî zêde bandor li cotkaran kir. Xwediyên heywanan ên ji ber qedexeyan nekarîn biçin zozanan, neçar man ku dest ji sewalkariyê berdin.

'BUHAYÊ HEYWANÊN ME ÊDÎ TÊRA KIRÎNA ÊM NAKE'

Mûrat Aydin ku sewalkariyê dike, anî ziman ku berê her kesî sewalkarî dikir, lê belê salên dawî mirovan heywanên xwe firotin.

Aydin diyar kir, sewalkarî êdî çavkaniya debarê nîne û got, "Buhayê ka û êmê em ji bo heywanên xwe dikirin gelekî zêde ye. Heywanên ku em wan xwedî dikin, buhayê wan têra buhayê êm nake."

Yek ji sewalkarên li Wanê Îdrîs Îşler jî nerazîbûn nîşanî zêdehiya buhayê ka û êm da.

Îşler diyar kir ku pereyê wî ji bo kirîna êm nîne û eger bi vî rengî bidome wê neçar bimîne ku heywanên xwe bi erzanî bifiroşe.