Bruksel xwe ji bo 'Meşa Avhewayê' ya mezin a 23'ê Cotmehê amade dike

Koalîsyona Avhewayê ragihand ku ew ê di 23'ê Cotmehê de li Brukselê “Meşa Avhewayê” ya nû li dar bixin û di têkoşîna li dijî krîza avhewayê de tedbîrên biîdia bixwazin.

Li paytexta Belçîka Brukselê wê meşek girseyî ya nû ya avhewayê bê lidarxistin.

Di serî de Koalîsyona Avhewayê jî gelek sazî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandin ku wê 23’ê Cotmehê meş bê lidarxistin.

Di 21’ê Cotmehê de hat ragihandin ku wê dibistan bên seferberkirin.

Rêxistinan diyar kirin ku wê meş bi şeklê coşeke pîrozbahiyê derbas bibe û gotin, “Ti tiştek li pêşiya biryardariya me û xwe di nava coş û keyfxweşiyê de nîşandana me de asteng nîne.”

Tevî ku banga çalakiyeke bicoş tê kirin jî, tespîtên rêxistinan ên di derbarê rewşa avhewayê de dîmenek xirab nîşan didin.

Germbûna gerdûnî ji niha ve encamên xwe nîşan dide. Li gorî daxuyaniyê, bandorên destpêkê yên wekî “pêlên germa zêde, nîşaneyên ziwabûnê û lehiyên havîna par” li Belçîkayê destpê kir.

Rêxistinan bal kişandin ser zêdebûna bihayên enerjî û xwarinê ku gihîştiye asta lûtkeyê û tekez kirin ku her çiqasê şerê Ukraynayê rolek ku nayê paşguh kirin dilîze jî, lê encamên wê pirsên di derbarê edaleta avhewayê de zêdetir kiriye.

Meşa Avhewayê rastî çend roj beriya Konferansa Şarm el-Şêx a bi navê COP 27 tê pênasekirin tê. Ev konferansa navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî li ser guherîna avhewayê wê di navbera 7 heta 18’ê Mijdarê bê lidarxistin.

Meşa Avhewayê ya dawî ya li Brukselê di Cotmeha 2021’an de hatibû lidarxistin û derdora 70,000 kes tevlê wê bibûn.