Boksorê Kurd bi Aûma Obama re hevdîtin kir
Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen, bi seroka saziya însanî ya bi navê World Future Consil xwişka Serokê DYA Barack Obama Aûma Obama re hevdîtinek kir. Ozen diyar kir ku wî bal kişandine ser rewşa zarokên Kurd.

Weqfê ji bo çalakiya xwe, boksorê Kurd Îsmaîl Ozen jî vexwend. Di çarçoveya çalakiya ku di meha Tebaxê de li Kenyayê pêk were, Aûma Obama hat bajarê Elmanya Hambûrgê û bi boksorê Kurd Îsmaîl Ozen re hevdîtinek ji 45 deqeyan pêk anî.
Tevî Îsmaîl Ozen wê gelek sportvanên navdar di meha Tebaxê de cihê xwe di çalakiya li Kenyayê de bigirin. Ozen anî ziman ku ew ji ber hevdîtina bi Seroka World Future Consil Aûma Obama ku xizmetê ji 25 mîlyon zarokan re dike, gelekî kêfxweş e û ew ê bi kêfxweşî çalakiyeke bi vî rengî de cih bigire.
Ozen got, "Bi qasî ji min hat, min şert û mercên zehmet û rewşa zarokên Kurd a ji ber şer, vegot" û destnîşan kir ku ji bo zarokên Kurd ji derfetên vê weqfê sûd bê girtin, divê bikevin nava hewldanan.
Ozen da zanîn ku Aûma Obama jî eleqeyeke mezin nîşanî wî da û soz daye ku ji bo zarokên Kurd ji van derfetan sûdê werbigirin, ew ê bibe alîkar.