Biryara şer a AKP’ê li Fransa hat protestokirin

Kurd û dostên wan ên li herêma Normandîe hatin gel hev AKP protesto kirin.

Li herêma Normandîe ya Fransa di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rouen bomberdûmana artêşa Tirk a li hember Herêmên Parastinê yên Medya û operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rouen pêk hat, sazî û sendîkayên Fransî jî piştgirî dan. Alîkarê Şaredarê Stetîenne, nûnerên partiyên komunîst û antî kapîtalîst û  Gauche Revolutîonaîre (mîlîtanên çepgir) di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin:  "Bomberdûmana zêde ya dewleta Tirk li hember Hemênên Parastinê yên Medya û Komkujiya Pirsûsê bi hesta tolhildanê ya AKP’ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû pêk hatiye. Di serî de li hember civaka Kurd û aliyên şoreşger-sosyalîst polîtîkayên şer kirine dewrê.” Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin, hat xwestin ku polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bên şermezarkirin û li hember dewleta Tirk pêkanîn bên kirin.