'Biryara qedexeyê bêwate ye, Festîvala Çiravê sibê ye'
'Biryara qedexeyê bêwate ye, Festîvala Çiravê sibê ye'
'Biryara qedexeyê bêwate ye, Festîvala Çiravê sibê ye'
Şaredarê Dihê Melîh Oktayi, li hemberî biryara Walîtiya Sêrtê ya qedexekirina Festîvala Çand û Xwezayê ya Çiravê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku ew vê biryar qebûl nake, festîvala wan jî wê di roja xwe de pêk were.
Der heqê biryara Walîtiya Sêrtê ya qedexekirina 5. Festîvala Çand û Xwezayê ya Çiravê de, li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Dihê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên BDP'ê yên Dihê Eda Kîlîs û Huseyîn Kiliç û Şaredarê Dihê Melîk Oktayi amade bûn.
Şaredarê Dihê Melîh Oktayi di axaftina xwe ya li civînê de diyar kir ku Walîtiyê biryara "taloqkirinê" ya Festîvala Çand û Xwezayê ya Çiravê ku wê di 15'ê Tebaxê de bê lidarxistin, bi rêya qeymeqamiyê ji wan re ragihandiye, lê sedema taloqkirina festîvalê eşkere nekiriye.
Oktay da xuyakirin ku li her devera Tirkiyê şahî, çalakî û festîvalên bi vî rengî bi serbestî tên lidarxistin, lê dema Sêrt û navçeyên wê dibin mijara gotinê tên qedexe û taloqkirin. Oktayi destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin û festîval wê di roja xwe de pêk were.