Bilbilê Kurd, Hesen Zîrek
Bilbilê Kurd, Hesen Zîrek
Bilbilê Kurd, Hesen Zîrek
Stranbêj û navdarê Kurdê dil bi keder Hesen Zîrek li 29’ê Cilê sala 1921’and e li bajarê Bokanê hatiye dinê. Kurê Abdulla ye û dayîka wî ji Emîne ye. Ji derveyî Hesen 2 kurên wanê din yên bi navê Husên û Mîne hebûn.
Hesen Zîrek di temenê 10’e salî de li gel çend kesên dengxweşên Bokanê li şahiyên Bokanê û gundên derdora wê stran gotine . Di tenemê 7-8 salî de li çayxaneyekê kar dike. Dema ku Hesen Zîrek dikeve temenê 11 salî de babê wî kuça dawî dike.
Hesan Zîrek pişt re diçe Saqizê û dibe şagirtê şofêriyê li cem Mînexanî Erdelan û di navbera Saqiz û Baneda dest bikar dike. Zîrek di temenê ciwanî de diçe Bexdayê û li wir ji dest bi stran gotinê dike. Di demekî kurt de bi nav û deng dibe. Li wir Elî Merdan dinase û biriya wî diçe radyoya Bexdayê. Yekem çar dengê wî di radyo yê de tê bihîstin, bivî rengî meydanekî baş jibo stranbêjiyê ji xwe re peyda dike û dinava 10 salan de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi dehan stranan tomar dike.
Di sala 1958’an de vedigere Rojhilatê Kurdistanê û li wir ji diçe radyoya Tehran, Kirmaşan û Tewrêz û stranan dibêje. Her di vê salê de li radyoya Tehranê Mîdya Zendî nasdike, jiyanê li gel hev hevbeş dikin ango dizewicin û dibin xwedî 2 zarokên bi navê Metab û Arezû.
Di sala 1960’an û 1961’an de li bajarê Silêmanî li gel koma Hunerê Ciwan stran gotiye. Her çend ku, ji ber sedemên rewşa jiyanê ji xwendinê bê par mabe jî; lê dîsan, dikarî helbesên Kurdî bi hune û ritmê mûzîka Kurdî dane.
Yek ji teybetmendiyên stranên Hesen Zîrek ew bo ku, xwe dispart stranên folklorî yên Kurdî. Hesen Zîrek li gelek deverên Kurdistanê geriyaye û lê maye . Her wiha li gel, gelek kesan mêvandarî ji maye û rabûn û rûniştina wî ligel wan bû ye. Ji ber vê şêwazê jiyana wan û cil û bergê wan fêrbû ye. Her wiha Hesen Zîrek, li gel gelek stranbêjên Kurd stran jî gotiye.
Hunermend Hesen Zîrek di destpêka jiyana xwe ya hunerî de li bajarê Silêmaniyê rastî gelek zor û zehmetî , der û êşan hatiye. Li ber karê hunerî ji bo bikare debara xwe bike kar jî dikir. Nêzîkbûnên hikûmata Îranê gelek pirsgirêk ji bo Hesen Zîrek derxistiye. Piştî deme kê, êdî rênedaye ku stranên wî li radyoya Tehranê bên bilav kirin. Vê biryarê dilê Hesen Zîrek ê nazîk hejandiye û êdî biryar da ku, ne vegere Tehranê. Dîsan vedigere Bexdayê. Li Bexda ji aliyê hikûmeta Iraqê ve têgirtin û di avên girtîgehê. Li girtgehê îşkençeyeke dijwar lê dikim. Pişt re jî dersinorî Îranê dikin, ji bo çareseriyê; lê Îran ji digrin û îskençê lê dikin.
Di sala 1972’an de bi nexweşiyek wî a kevin azarekî dijwar di ditê û her ku diçe lê giran dibe. Çend caran diçe nexweşxaneya Bokan û Urmiyê lêkolîn dike; lê ji ber ku nexweşiya wî penceşêr bû çareserî jêre ne hat dîtin û bayê feleka wî tê guhertin.
Di encamê de di sala 1971’an de gelek zehmetiyan jêre tîne û penceşêr cergê wî li cihê wê dertêxe û di dawî yê de di 25’ê Hezîrana sala 1972’an de li nexweşxaneya bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê koça dawî dike. Bi xwesteka wî dibin li ser axa wî ango welatê dayîk û babê wî dispêrin axê.