Bi piştevanî û rêxistinbûnê em dikarin saltanata AKP’ê hilweşînin'
Kurdİstanî û derdorên demokratîk ên li bajaroka St-Brieuc a li Rojavayê Fransa dijîn dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdİstanî û derdorên demokratîk ên li bajaroka St-Brieuc a li Rojavayê Fransa dijîn dewleta Tirk protesto kirin.
Kurdistanî û derdorên demokratîk ên li bajaroka St-Brieuc a li Rojavayê Fransa dijîn dewleta Tirk protesto kirin.
Girseya di pêşengiya Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk de kom bû, Komkujiya Pirsûs, êrîşên hewayî yên li hember Herêmên Parastinê yên Medya û operasyonên qirkirina siyasî şermezar kirin.
Di çalakiyê de dowîzên, "Qatil Erdogan", "Ji şer re na", "Li Pirsûsê komkujî heye" hatin hilgirtin. Fransizan jî eleqeyeke mezin nîşan dan.
'DIVÊ EM LI HEMBER AKP’Ê BI SERBILINDÎ RAWESTIN’
Di axaftina li ser navê Yekîtiya Hêza Demokratîk de wiha got: “Bersiva herî mezin a li dijî vê hovîtiyê tevî hemû polîtîkayên zext, înkar û îmhayê, bi serbilindî rawestîne û pêşxistina piştevaniya gean, rêxistinbûna şoreşgerî û yekpare ye. Tenê bi vî awayî wê saltanata wan bê hilweşandin.”