Li Wanê bi hezaran kes tevlî mitînga bi pêşengiya Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û Komeleya Oldarên Wanê (VADAY-DER) bi wesîleya hefteya Rojbûna Pîroz hate lidarxistin bûn.
ANF
WAN
şemî, 18 avrêlê 2015, 17:38
Li Wanê bi hezaran kes tevlî mitînga bi pêşengiya Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û Komeleya Oldarên Wanê (VADAY-DER) bi wesîleya hefteya Rojbûna Pîroz hate lidarxistin bûn.
Di mitînga girseyî de pankartên “Hz. Muhemed li Meke berxwedan, li Medîne dad, li Xudbiyeyê aşitî ye”û “Dayikbûna te pîroz be ey pêximberê cîhanê” û alên li ser nivîsên bi Kurdî û Erebî yên “Rojbûna te Pîroz ey Pêximberê m” hatin hilgirtin. Hevserokên û hevşaredarên HDP û DBP’ê , endamên GOÇ-DER, ÎHD, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Komeleya Oldarên Wanê tevlî mitîngê bûn.
Mitîng bi xwendina meewlûdê destpê kir. Axaftina destpêkê ji Serokê VADAY-DER Mugdat Mîrekoglu ve hate kirin. Mîrekoglu rojbûna Hz. Muhemmed pîroz kir û da zanîn ku Hz. Muhemmed her tim hewl daye ku aştiyê têxe navbera hemû ol, ziman û nijadan. Mîrekoglu da zanîn ku DAIŞ radibêje dibêje “Allah Allah” û Misilmana qetil dike û got ku ev yek jî vegera li pêvajoya cahiliyetê ye.
Piştre Hevşaredara Hezroyê yê HDP’yî Guler Ozavci mafê axaftinê girt û bal kişand ser têkoşîna Hz. Muhemmed a ji bo mirovahiyê û got ku di nava hemû gelan de text danîye. Ozavci destnîşan kir ku di dema cahîliyetê de jin û keçik bi saxî dihatin binakirin û got: “heta zilm hebe wê berxwedan jî hebe.”
Piştî axaftinên hatin kirin, mitîng bi guhdarkirina îlahiyan bi dawî bû.