Bi hezaran hovîtiya DAIŞ û destekvanê wê AKP şermezar kirin
Rêxistina HDP'ê ya Stenbol û û Koordînasyona HDK'ê ya Stenbolê ji bo êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya ku duh li Kobanê pêk hatin şermezar bikin li Qada Galatasarayê daxuyanî li dar xistin.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbol û û Koordînasyona HDK'ê ya Stenbolê ji bo êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya ku duh li Kobanê pêk hatin şermezar bikin li Qada Galatasarayê daxuyanî li dar xistin.
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel diyar kir ku bi berxwedana Kobanê rûyê cîhanê ji Kurdistanê re zivîrî. Parlamentera HDP'ê ya Stenbol Pervîn Buldan jî wiha got: "Lê em dikarin vê yêkê baş bînin ziman. Ya DAIŞ anî vê nokteyê û mezin kir piştevaniya hikûmeta AKP'ê ye. Ji van mirin, êrîş û bombeyan berpirsiyarê yêkemîn e."
Rêxistina HDP'ê ya Stenbol û û Koordînasyona HDK'ê ya Stenbolê ji bo êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya ku duh li Kobanê pêk hatin şermezar bikin li Qada Galatasarayê daxuyanî li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê yê Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, Beyza Ustun, Sezaî Temellî, Alî Kenanoglu, Garo Paylan, Pervîn Buldan û Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel, DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, rêveberên partiyan û gelek welatî tevlî daxuyanî bûn. Di çalakiyê de pankarta "Em hovîtiya DAIŞ'ê lanet dikin, Kobanê ne teneyê" hat vekirin û dowîzen bi kurdî û erebî hatin hilgirtin. Di çalakiya ku dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Kobanê dê ji DAIŞ'ê re bibê goristan" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin. Di çalakiyê de ewil ji bo welatiyên sivîl ên li Kobanê hatin qetilkirin rêzgirtin pêk hat. Pişt re li ser navê DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê Sekretere Giştî ye TTB'ê Samet Mengûç axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li ber çavê hemû cîhanê komkujî pêk anî û rihê berxwedanê yê li Kobanê hatî avafirandin rihê nirxê hemû mirovahiyê ye.
'TENÊ JI JI BO KURDAN NA JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ LI BER XWE DAN'
Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel jî diyar kir ku bi berxwedana Kobanê rûyê hemû cîhanê di serî de Kobanê ji Kurdistanê re zivirî û wiha got: "Li Kobanê kesên li ji bo rûmeta mirovahiyê, li hemberî tecawiza jinan, li hemberî jin weke mal li bazaran tên firotin û li hemberî hovîtiyê ber xwe didan hebûn. Wan tenê ji bo kurd û Kurdistanê na ji bo hemû mirovaniyê li ber xwe da." Tuncel anî ziman ku çawa bi berxwedana 134 rojan a YPG û YPJ'ê têkçû bi vê berxwedanê AKP'ê jî winda kir û wiha axivî: "Helwesat AKP'ê ya li hemberî Rojava û Kobanê ji komkujiya îro li Kobanê pêk hatî bingeh amade kir. Wan cîrantiya çeteyên DAIŞ'ê qebûl kir lê kurdan qezenc kir."
'BI KOMKUJIYE XWESTIN TOLÊ BIGIRIN'
Tuncel da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bi komkujiya duh li Kobanê pek anîn xwestin tolê bigirin û wiha pê de çû: "Ev komkujî, komkujiya tolhildanê bû. Ya ku ev ava kir jî hikûmeta AKP'ê û medyaya AKP'ê bû. Dîmenên ku kişandin dide xuyakirin ku ne masûmin."
Tuncel derbirî ku divê Kobanê ne tene wek Kobanê bê dîtin divê wek qeleha ku ji bo mirovahiye tedikoşê bê dîtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bila AKP'ê bilez dev ji polîtîkayên xwe yên ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê berde. Bila AKP'ê vê yeke aşkere bikê û suçê ku DAIŞ'ê pêk anînê bi avakirina heyetekî derxe holê. Heke ji bo piştgiriya didin DAIŞ'ê dê Lahey'e werin darîzandin." Tuncel bilêv kir ku bûyerên ku li Kobanê tên jiyanîn ne tene gele Kurdîstanê hemû gele Tirkiyeyê alakadar dike û wiha got: "Agirê li Kobanê dê me hemûyan bişewitenê."
'AKP BERPIRSIYARÊ VAN ÊRÎŞAN E'
Parlamentera HDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi komkujiya li Kobanê nefreta xwe ya li hemberî kurdan carene din nîşan da û wiha got: "DAIŞ'ê li hemberî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn rûyê xwe yê reş û nefretê careke din nîşan da. Em êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya duh pêk anî û bû sedema birîndarbûna sedan welatiyên me û qetilkirina dehan hevalên me carek in şermezar dikim. Erê DAIŞ'ê duh çareke din rûyê xwe nîşan da. Li hemberî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn rûyê xwe yê qirêj û bêbext nîşan da. Lê em dikarin vê yêkê baş bînin ziman. Ya DAIŞ anî vê nokteyê û mezin kir piştevaniya hikûmeta AKP'ê ye. Ji van mirin, êrîş û bombeyan berpirsiyarê yêkemîn e."
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Rêvebera HDP'ê ya Stenbolê Pinar Tarlak ve hat xwendin û wiha got: "Serketina Kobanê û Girê Spî ya hemû bindestan e. Şoreşa Rojava êdî dinava nirxên mirovahiyê de ye. Ti hêz nikarin wê ji wir derbixin."
Piştî axaftine çalakî bi dawî bû.