Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Bi hêstiran avê dikişînin

Li taxên Qileban û Rapiniyê yên navçeya Qilebanê, welatî hewcedariya xwe ya avê bi hêstiran pêk tînin.

Li taxên Qileban û Rapiniyê yên navçeya Qilabanê ya Şirnexê, bi mehan e av hatiye qutkirin. Niştecihên her du taxan hewcedariya xwe ya avê heta niha bi tankeran pêk dianîn. Niha ji ber barîna berfê ev niştecih pêwistiya xwe ya avê bi hêstiran dibîn dikin. Welatiyekî ku bertek nîşanî vê rewşê da diyar kir ku bi zanebûn av nadin wan û ev tişt got: "Derfetên wan hene. Bi zanebûn avê nadin me. Bi mehan e em vê îşkenceyê dikişînin. Çare pir in, lê ji me re tune ne."