Bi dehhezaran kes ji bo Berxbiriyê li Laleşê kom bûn

Bi dehhezaran kes ji bo Berxbiriyê li Laleşê kom bûn

9. Festîvala Çand û Xwezayê ya Berxbir a her sal ji aliyê Şaredariya Elkê ve tê organîzekirin, îsal bi dirûşma "Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk, bi azadiya Rêber Apo dibe" pêk hat. Li gel hemû astengiyên Walîtiya Şirnexê û Qeymeqamiya Elkê jî bi hezaran kes li Zozanê Laleşê hatin cem hev û festîvala xwe pîroz kirin.

Bi hezaran kesên li konên li Zozanê Laleşê ji bo festîvalê bicih bûbûn, duh êvarê ji bo vekirina festîvalê li qadê li hev kom bûn. Li qada festîvalê, li gel alên PKK û KCK'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, ahtin daliqandin. Li qadê pankartên bi nivîsa "Meşa we ya li se xeta şehîdên azadiyê, rêya azadkirina civakê ye" û "Şerê siyasî şerê welatparêzî, xwedîderketina dîrok û axê ye" hatin vekirin.

Bi dehhezaran kes êvarê li qada festîvalê li hev kom bûn û li ber sirûda "Ey Raqîp" bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi bernameya festîvalê kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê li çar aliyên Zozanê Laleşê bi deqeyan dirêj pêşandana fîşekên hewayî hatin kirin. Li ser sînga hin giran jî, bi agir nivîsa PKK û Apo hat nivîsandin û li pêwendiyeke mezin a girseyê rast hat.

Festîval bi konferansa Koma Besta ya ser bi Navenda Çand û Hunerê ya Cûdî destpê kir û dûre Serokê Rêxistina BDP'ê ya Elkê Abdulkerîm Ataman axivî. Ataman li gel hemû astengiya leşker û polîsan, ji gel re spas kir ku xwe gihandiye cihê festîvalê. Li dû Ataman Şaredarê Elkê Yûsûf Temel peyivî û tevî beşdaran, spasiyên xwe pêşkêşî kedkarên festîvalê kir.

Piştî axaftinan, bi dehhezaran beşdarên festîvalê  li ber stranên Koma Kato, ji Navenda Çand û Hunerê ya Mîtanî Demhat Botan, hunermendê Navenda Çandê ya Dêrikê Siwar û ji Koma Gulên Xerzan Çiya, heta derengiya şevê şa û kêfxweş bûn.