'Bi bendavan re dor li Dêrsimê hatiye girtin'

Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê Çetînkaya diyar kir ku bi qereqol, bendav û HES'an re dor li Dêrsimê hatiye girtin.

Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê Çetînkaya, diyar kir ku Dêrsim bi qerekol, bendav û HES’an di bin dorpêçê de ye û got: “Geliyên ku sînorên Dêrsim-Erzîngan, Dêrsim-Elezîz û Dêrsim- Çewlîkê xêz dike bi giştî bi bendavan hatiye dorpêçkirin. Niha jî dor hatiye bendavên hundir û madenên ku bi salane hewl didin pêk bînin.” Çetînkaya got ku heta têkoşîna girseyî neyê dayîn wê erdnîgarî bê wêrankirin.

BENDAVÊN KU ÎXANETÊ LI XWEZAYÊ DIKIN!

Erdnîgariya Dêrsimê ku ji ber xweşikahiya xwezayê û cureyên zindiyan yên endemîk wek Qada Parka Neteweyî hat îlankirin, bi bendav û qerekolan tê tinekirin.

Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê Haydar Çetînkaya diyar kir ku bi çêkirina qerekol, HES û bendavan yên li geliyê Mûnzûr, Pilur, Mercan û Perî tên plankirin, dixwazin erdnîgariyê tine bikin û got: “Erdnîgariya Dêrsimê bi polîtîkayên valakirina gundan, çêkirina qerekol û zextên ewlehiya taybet û polîtîkayên karûbarên navneteweyî û neteweyî tine dihesibîne, bi bend û projeyên HES’ê hatiye dorpêçkirin. Dêrsim veguhertine giravê. Çemê Karasû-Mûrat û Çemê Perî di sala 1970’ê de bi Bendava Keban hema hema sînorên Dêrsim û Elezîzê bi giştî û di 15 salên dawî de bi nêzî 10 HES’ên ku li ser avan hatiye avakirin Dêrsim bi giştî hatiye dorpêçkirin.”

Çetînkaya diyar kir ku bendên li ser ava Perî hatine avakirin jiyan bi giştî qedandine û got: “Em bi polîtîkayeke wêranker û dagirker ya ku li ser erdnîgariya me pêk tên re rû bi rû ne. Çemê Perî êdî tine. Dewletê li ser çemê Perî 5 bend projeya wê amade kir û herî dawî benda Pembelîk temam bû.  Çemê Perî yê ku berê dengê wê bi kîlometreyan dûr dihat niha bêdengiya mirinê lê serdeste. Lê av jê naherike. 5 bendên hatine çêkirin çem tine kir. Ji Pira Seyîtlîk destpê dike ev bendenên ku Dêrsimê tine dikin. Ev bendên îxaneta xwezayê ne. Di dawiya gola Benda Tatar de bendava Seyrantepe bilind bûye.”

SAZIYÊN DEWLETÊ JI BO XWEZAYÊ TINE BIKIN DI DEWRÊ DE NE

Çetînkaya anî ziman ku piştî her bendava hatiye çêkirin, qereqolek hatiye avakirin û piştî Periyê  niha bendavên Ozluce û Kigxi di dorê de ne. Çetînkaya wiha berdewam kir: “Li cihê ku Seyrantepe diqede, bendava Pembelîk, piştî Pembelîkê, yên Ozluce û Kigi tên. Hemû li pey hevin.  Di yek metreyek geliyê de av naherike.  Bi çêkirina bendavan re gund ketine bin avê, erd û mezra, ketin bi navê. Ligel vê hemû warê pîroz jî ketin bin avê. Her tişt êdî tine. Li dora bendavan jî 4-5 qerekol hatine çêkirin, nuqteyên lêgerînê û pir hatine çêkirin.”

‘ME TÊKOŞÎN WINDA KIR’

Çetînkaya di berdewamiya axaftina xwe de got ku kesên li dijî komkujiya xwezayê derketine ji aliyê dewletê ve tên çewisandin û got: “Dozgerên vî welatî carekê be jî têkoşîna vî gelî nebihist û negot ka li vê geliyê çi dibe, tiştên li wir pêk tên li gorî hiqûqê ye yan na, meraq nekir û dosyayek venekir. Bertekên gel jî di her carê de rastî tundiya leşker û polîsan hat. Şîdet li welatiyên ku têkoşîn meşandin kirin. Ew binçavkirin û girtin.
Kesên li dijî bêhiqûqiya dewletê doz vekirin jî rastî zextan hatin. Doz hatin dirêj kirin. Doz bi biryar nebûn.  Gelek caran bendav çêbûn qedyan, lê hiqûqê her tim şûnde şopand. 

Ji ber ku nêzîkatiyek bi hestiyar nîşanî Perî nehat dayîn mixabin Geliyê Perî mahkumî tenêtiyê hat. Têkoşîn zehmet be jî li dijî van zextan ji ber ku me girse berhev nekir û têkoşînek demdirêj nemeşand, têkoşîna Perî hat windakirin.

DORA BENDAVÊN HUNDIR Û MADENAN E

Çetînkaya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li Dêrsimê û 4 bajarên sînorên Dêrsimê de bendavên ewlehiyê û bi sedan kanên madenê hatine vekirin û  sînorê Dêrsim-Erzîngan, Dêrsim-Elezîz û Dêrsim-Çewlîkê bi bendavên ewlehiyê hatine dorpêçkirin û got: “Niha dor hatiye bendavên hundir û madenan. Dor hatiye projeyên HES’ê û bendavên ku plan dikin li Mûnzûr, Pilumur, Tagar û Hozatê çêbikin. Tê plankirin ku li Cevîzlîdere, Sîn û Mamlîst kanên zêr û kanên madenê ava bikin û Dêrsimê bi giştî tine bikin.”