Bi 1000 zarokî re orkestraya rîtmê tê
Li Amedê hezar zarokên ku temenê wan di navbera 3-16’an de diguhere, bi alavên muzîkê yên ku ji çopê çêkirine, wê konserê bidin.
Li Amedê hezar zarokên ku temenê wan di navbera 3-16’an de diguhere, bi alavên muzîkê yên ku ji çopê çêkirine, wê konserê bidin.
Li Amedê hezar zarokên ku temenê wan di navbera 3-16’an de diguhere, bi alavên muzîkê yên ku ji çopê çêkirine, wê konserê bidin. Mamosteyê muzîkê yê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar da zanîn ku ji her tiştî ku rîtma xwezayê xera dike alavên muzîkê tê çêkirin û got ku ji klavyeya kompîturê heta erebeyên destan, ji her malzemeyî bermayî, alavên muzîkê tên çêkirin.
Amed wê ji konsereke balkêş re malovaniyê bike. Hezar zarokên temenê wan di navbera 3-16’an de diguhere bi alavên ku ji çopê berhev kirine, enstrumanên muzîkê çêkirin, wê wek ‘Orkestraya Rîtmên Xwezayî’ konserê bide. Konser wê di 24’ê Gulanê de li tesîsa Sporê ya Şilbê bê dayîn. Mamosteyê Muzîkê yê Konservaturara Aram Tîgran Şerko Kanîwar, da zanîn ku ev xebat ne ceribandineke rekorê ye, armanc ev e ku hişmendiya demokrasî, xebata kolektîf û xwezayî derbasî zarokan bikin.
Kanîwar bi lêv kir ku ji 2006’an de bi zarokan re dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê demê min li kampên havînê dest bi xebatek wisa kir, min nedifikirî ku em bên nuqteyek wisa. Lê niha em hatin vê nuqteyê. Ji ber ku pêşketina vê orkestrayê li xwezayê pêş ketibû. Me bi 50 zarokî re destpê kir. Me bi 50 zarokî re konser da. Min dît ku zarok di vê orkestrayê de xwe rehet û azad hîs dikin. Zarokên girtî, yên nekarîbûn xwe di civakê de û nava hevalên xwe de îfade bikin, yên ku xwe di nava xebateke hunerî de bê nirx dîtine, xwe di vê xebatê de gelek bi nirx hîs kirin. Min jî got ku divê ev orkestraya rîtma xwezayî li her cihê em lê ne divê bi zarokan re bidome. Ev xebat her çû mezin bû. Ji sala 2006’an heta 2010’an de 5 hezar zarok di vê demê de beşdarî xebatan bûn.”
399 HEZAR ZAROKÊN DIN JÎ HENE
Kanîwar da xuyakirin ku armanca wan ne ceribandineke rekorê ye û got: “Xeyala min ev bû ku ez biçim 10 bajarê Kurd û ji her bajarî 50 zarokî bînim Amedê û li stadyumê bi 500 zarokî re konserê bidim. Ev ne ji bo rekorê bû, xeyala min bû. Ez heta dawiya emrê bi zarokên Amedê re bixebitim jî ez hemû zarokên Amedê nekarim têxim vî karî. Sala bihûrî me konser da. Hevşaredara me gotibû ‘em bi hezar zarokî rekorê bişikîni’. Min jî got ku bi 500 bibe wê bi 1000’î jî bibe. Armanca li vir ev bû ku em xwe bigihînin çiqas zarokî. Li Amedê 4 hezar zarok hene, em niha gihiştine 1000’î. 399 zarokên din jî hene.”
JI KLAVYEYÊ HETA EREBEYA DESTAN
Kanîwar di berdewamiyê de got ku her tiştê zerarê didin xwezayê, ruh didinê û dikin orkestrayên xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Klavyeya komputerê, monîtura komputerê, hoparlor, cezveyên sifir, qutiyên plastîk yên çopê, bîdon, satila mast, erebeya destan, kapaxa kuşxaneyê, her tiştê ku deng jê dertê û zirarê dide xwezayê, me tevlî orkestraya xwe kir. Me kir alavên muzîkê. Em ji zarokan re dibêjin ku ev êdî alavên muzîkê ne û divê em baş li wan binêrin. Dema destpêkê prova diqediya hema alavên destê xwe davêtin. Me got ev şaş e. Piştî demekê hişmendiya xweza, demokratîk û çandî bi zarokan pêş ket.”
Kanîwar bi lêv kir ku di çarçoveya xebatên wan de bi esasî di orkestrayê de bîdon hene û wiha got: “Zarokên ku guhê wan yê rîtmê hene, derbasî bîdonan dibin. Zarokên beşdarî orkestrayê dibin, sê hefte şûnde beşdarî lêdana bîdonê dibin. Hinek zarok tên dibêjin em li malê xebitîne, em dikarin li vir lê bidin.
Ligel bîdonan, satilên mast û qutiyên karton jî hene. Hinek zarok bi hefteyane satilên mast bi xwe re dibin û tînin. Birincê dikin şûşeya pet. Hinek zarok nîskan dikinê. Hinek zarok ji bo derbasî koroyê bibin, stranan jiber dikin.”
ZAROKÊN KURD, TIRK, EREB HENE
Kanîwar destnîşan kir ku heta ji destê wî bê perwerdeyê bi zimanê dayikê dide. Kanîwar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di xebatê de niha zarokên Tirk û Ereb jî hene. Heta niha zarokên Kurd hebûn. Du hefte berê malbatek hat. Bi xwe Tirk e. Ez bi zarokan re zêde naxivim. Carna hinek malbat tên, dibêjin zarok li malê dibêjin ku ‘mamoste Şêrko qet Tirkî nizane’. Zarok jî ji ber vê bi Kurdî bi min re diaxivin. Niha 11 stranên Kurdî hene. Sala pêş em ê stranên Erebî û Tirkî bikin orkestraya xwe.
ZAROK BI DÎSÎPLÎNTIR IN
Kanîwar da xuyakirin ku kesên mezin di demeke wisa kurt de nekarin vê xebatê wisa serketî bimeşînin û fikarên mezinan hene lê zarok di vê mijarê de zêdetir bi dîsîplîn in.
Kanîwar got ku wê 400 zarokên kampa Şengalê ya li Fîdanlixê jî orkestrayê de cih bigirin û got: “4 komên me yên cuda yên ji zarokên Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn, Navenda Piştgiriya Zarokan a Xizmetên Civakî, Dibistana Ferzad Kemanger û zarokên li taxên Qonaxa Cemîlpaşa û kampen Şengalê bi tevahî em bi 9 komên zarokan re cuda dixebitin. Em ê di 21-22-23’ê de provayên xwe bikin. Em 24’ê Gulanê de li Tesîsê Sporê yê Şilbê konserê didin. Heta îro 921 zarok hatine provayê. Roja konserê dibe ku hezar zarokî jî derbas bike.”