BES'ê lêpirsîna li hember sendîkavanan şermezar kir
Endamên BES'ê ji bo hevalên xwe yên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin li qadan bûn.
Endamên BES'ê ji bo hevalên xwe yên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin li qadan bûn.
Endamên BES'ê li Enqere, Amed û Îzmîrê ji bo endamên xwe Selma Şen, Şaziye Ezgî Înan, Ugur Demîrtaş û Yetîş Kaya yên ku di 5’ê Hezîrana 2013’an de beşdarî greva KESK’ê bûn û der barê wan de 24’ê Çileyê bi daxwaza “ji karmendiya dewletê bên derxistin” sewqî dîsîplînê hatin kirin derketin qadan. Sendîkayê diyar kir ku di şexsê endamên wan de xebatên sendîkayên tên darizandin.
ENQERE
Endamên BES’ê ji bo namzetên xwe Selma Şen, Şaziye Ezgî Înan, Ugur Demîrtaş û Yetîş Kaya yên 5’ê Hezîrana 2013’an de beşdarî greva ku KESK’ê biryar dabû bûne û 24’ê Çileyê bi daxwaza “ji karmendiya dewletê bên derxistin” sewqî dîsîplînê hatin kirin û dosyayên wan wê îro li Wezareta Dadê bihata destgirtin, li ber wezaretê daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku rêxistinên ked û pîşeyê jî piştgirî dan de pankarta “Em ji Wezareta Dadê edaletê dixwazin” hate vekirin û dirûşmên “Pêkûtî me bêzar nakin” hatin berzkirin.
Li ser navê kedkaran Serokê Giştî yê BES’ê Fîkret Aslan axivî û diyar kir ku di pêvajoya ku KESK’ê amadekariya grevê dikir de berxwedana Geziyê derket holê û wan ew daxwaz jî tevlî greva xwe kirin û têkoşîn dan meşandin. Aslan wiha axivî. “Di 19’ê Kanûna 2013’an de li tevahî konfederasyona me di 15’ê Tîrmeha 2014 û 13’ê Gulana 2015’an de di encama greva ku me pêk anî der barê hin endamên me de lêpirsîna îdarî û edlî hate destpêkirin. 5’ê Hezîrana 2013’an têkîldarî greva hate kirin darizandina hatiye kirin bi tena serê xwe nakokî ye û ya ku dê bê darizandin jî daxwazên kedkarên dadê be.”
‘WÊ XEBATÊN ME YÊN SENDÎKAYÊ BÊN DARİZANDİN’
Aslan anî ziman ku li Tirkiyeyê mafê grevê li gorî esasê peymanên navneteweyî ye û wiha got: “Der barê kedkarên cemaweriyê yên beşdarî grevê bûne doza ku hatiye vekirin bi dehan biryarên di lehê wan de hene, Wezareta Dadê ya ku divê xizmeta dadê bide bi vî bêdadiyê ve di nava nakokiyê de ye û ji bo pêajoyê jî fikardar e. Îro ya ku li vir bê darizandin di şexsê endamên me de xebatên me yên sendîkayê be.”
Aslan destnîşan kir ku di rapora ku der barê endamên BES’ê yên tên darizandin de îfadeyên wekî “Di bin avnê xebatên sendîkal ê KESK’ê de çalakiyên ku li dijî partiyeke siyasî û hikûmê pêk tên” hatine bikaranîn. Aslan bi gotina “Kedkarên cemaweriyê dema ku ji bo mafên xwe çalakî pêk tînin gelo wê li dijî AKP a ku ji 2002’yan heta niha welat bi rê ve dibe na, wê li dijî partiyên muxalîf çalakî pêk bînin, ji kedkaran tê xwestin serî li hemberî AKP’ê bitewînin” nerazîbûn nîşan da.
Piştî daxuyaniyê rêveberên BES’ê diyar kir ku di 18’ê gulanê de dîsa li ber Wezareta Dadê li dijî biryara sirgunê ya der barê 150 kedkarên cemaweriyê de hatibû vekirin nerazîbûn nîşandabûn jî paşve hatiye kişandin.
Kedkarên ku dê dosyaya wan bê dîtin pişter ketin wezaretê. Encama dosyaya kedkaran dê saetên êvarê diyar bibe.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî bi heman armancê Şaxa BES'ê ya Îzmîr li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar xist. Sekreterê Şaxa BES'ê ya Îzmîrê Abdulkadîr Baydur diyar kir ku tirsa AKP'ê ya Gezî hêj berdewam dike û wiha got: "Bi taybet li hemberî karkerên dadê zextan pêk tîne. Berdevkê hikûmetê bêbaweriya xwe ya li hemberî dadê tînin ziman."
AMED
Şaxa BES'ê ya Amedê jî bi heman armancê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevbirên Platforma Şaxên KESK'ê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta "Em ji Wezareta Dadê edaletê dixwazin. Em dê li hemberî zext, ceza û sirgûniyan ber xwe bidin" hate vekirin. Rêveberê BES'ê yê Amedê Abdurrahîm Alçîçek daxuyanî xwend û wiha got: "Her çiqas qesrên edaletê mezin dibin ewqa edalet biçûk dibe û serxwebûniya edaletê têk diçe." Alçîçek anî ziman ku ew destûrê nadin xebatên sendîkayê bên darizandin.