BES'ê kadrotî û mobbîng şermezar kir

Endamên Şaxa Amed a BES’ê, ji ber ev 3 sal in li SGK û ÎŞ-KUR'a lê dixebitin tevî ku biryara darazê jî heye îkramiyeyên wan nayên dayîn çalakî li dar xistin, bal kişandin ser kadrotî û mobbîngê.

Endamên Şaxa Amed a BES’ê, ji ber ev 3 sal in li SGK û ÎŞ-KUR'a lê dixebitin tevî ku biryara darazê jî heye îkramiyeyên wan nayên dayîn çalakî li dar xistin, bal kişandin ser kadrotî û mobbîngê.

Endamên Şaxa BES’ê ya Amedê li ber Midûriyeta Bajêr a SGK’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta, "Bila biryarên darazê bên pêkanîn, îkramiyeyên me demldest bidin me” hat vekirin. Daxuyanî ji aliyê Mahmût Ortaç ve hat xwendin Ortaç got, hikûmeta AKP’ê tevî biryara darazê jî îkramiyeyên wan nade.

KADROTÎ Û MOBBÎNG PÊK TÎNIN

Ortaç, her wiha diyar kir ku SGK û ÎŞ-KUR a bi israr îkramiyeyên kedkarên li ber sînorê birçîbûnê ne nade, li kargehan bi sîstema tûrnîke û kamerayan mekanîzmaya hê zêdetir kontrol kirine dewrê. Ortaç bi van ve girêdayî got ku li hember her cure cudatî, kadrotî, xespa heq, pêkanînên mobbîng in û di têkoşîna wekhevî, edalet û jiyana mirovî de wê bi biryar bimeşin. Piştî axaftinê kedkar bê bûyer belav bûn.

...