Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê: Hêzên me plan û projeyên wan têk birin

Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Siyabend Elî diyar kir ku li pişt plana êrişa li ser girtîgeha Xiwêranê gelek hêz hene û got, "Lê belê hêzên QSD'ê, Antî Terorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev plan û projeyên wan têk birin."

20'ê Çileyê DAÎŞ'ê li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şaneyên xwe yên veşartî li dijî girtîgeha ku 5 hezar çete tê de girtîbûn êrişeke mezin pêk anîn. Li ser vê êrişê gelek çeteyên DAÎŞ'ê ji girtîgehê reviyan û li dijî hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser dest bi êrişan kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên Antî Terorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî êrişan bi hemwextî bersivek xurt dan û êrişa çeteyan pûç kir. Li herêmê operasyon dewam dike.

Berpirsyarê Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyabend Elî, li ser rewşa dawî ya li Hesekê û operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji ANF’ê re axivî. 

'ÊRIŞEKE PLANKIRÎ BÛ'

Elî diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê ev plana êrişê bi tenê pêk neaniye û li pişt vê êrişê gelek hêz hene, lê şervanên QSD'ê careke din ev plan têk birin. Elî destnîşan kir, ku beriya çete dest bi êrişê bikin, xwestin wesayiteke bombebarkirî li ber deriyê girtîgehê biteqînin û wiha got: “Di vê êrişê de zêdetirî sed çete hebûn. Nêzî 6 mehan amadekariya vê êrişê kirin û bi dehan şaneyê veşartî ketin nava liv û tevgerê. Çeteyan bi mehan îstîxbarat berhev kirin û di encamê de êriş kirin. Bi destwerdana hêzên me ji deqeya ewil ve teqez kir ku ev êriş bisînor bûye û negihiştiye armanca xwe.”

‘GIRTÎGEH DI BIN KONTROLA HÊZÊN ME DE YE’

Elî anî ziman ku armanca çeteyan dagirkirina bajarê Hesekê bû û wiha pê de çû: “Lê di encama mudaxeleyên cidî yên hêzên me de ev plana çeteyan negihişte armanca xwe. Niha girtîgeha bi navê Sinea an jî Xiwêran di bin kontrola hêzên me de ye. Hemû derî û derdora wê ji aliyê şervanên me ve hatiye dorpêçkirin û şervan di operasyonê de ne. Nêzî sed çete di avahiyeke nû tê çêkirin de xwe vedişêrin û li dijî wan şerekî mezin tê meşandin. Bi van operasyonan planên DAÎŞ'ê têne pûçkirin.”

‘PLAN JI ALIYÊ ŞERVANÊN ME VE HATIN PÛÇKIRIN’

Elî destnîşan kir ku di kêliya yekemîn de diyar bû ku li pişt vê planê gelek hêz hene û wiha got: “Ji ber ku di salvegera Efrînê û salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser de hem ji aliyê Hesekê ve hem jî ji aliyê Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa  ve dewleta Tirk a dagirker êriş pêk anî. Dîsa hikumeta Şamê hewl dide ku ji vê êrişê sûdê werbigire. Divê ev plan baş were fêmkirin. Li dijî projeya neteweya demokratîk planek tê meşandin. Lê niha ev plan hemû ji aliyê şervanên me ve hatine pûçkirin.”