Berpirsên, rêwîtiyên bi mirinê encam dibin, kî ne?

Hêzên Navneteweyî di salekê de ji mirina 4 hezar û 868 penaberan, dikeve roja Penaberan a Navneteweyî ya Cîhanê.

Hêzên Navneteweyî di salekê de ji mirina 4 hezar û 868 penaberan, dikeve roja Penaberan a Navneteweyî ya Cîhanê. Li şûna ku hesabê mirin û kaosê li cîhanê tên afirandin, bidin, hewl didin ku pêşî li hejmara penaberên ku neçar dimînin welatên xwe terk bikin, bigirin.

Di serî de Ewropayê û NY’ê di 2001’an de biryar girtin û 20 Hezîranê wek Roja Penaberên Cîhanê îlan kirin. Di tevahiya salê de tenê vê rojê polîtîkayên li dij penaberan radikin, lê baş tê zanîn ku berpirsê bi hezaran penaberan jî ew in.

Bi salane hêzên sermayeyê ji bo xwe li ser piyan bigirin û bazarên nû û herêmên mêtingeriyê ava bikin bikin, şer û koasê derdixin û bi taybet jî li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê her sal bi hezaran kes ji tirsa mirin û xizaniyê neçar dimînin xaka xwe terk bikin.  Kesên ku mirovan mahkumê jiyana penaberiyê dikin, weke ku ew ne berpirsin, di nav hewldana siyasetê de ne û ji ser penaberan hêza kar a erzan diafirînin û di welatê xwe di qada aboriyê de ji siyaseteke ku ji realîteya desteka penaber didin, dur, di gelek pirsgirêkên welat de penaberan çavkaniya pisgirêkan dibînin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UHNCR) bi raporên ku her sal aşkera dike re, nîşan dide hêzên navneteweyî ji mirinên penaberan çiqas berpirsin.

DI 2014'AN DE 4 HEZAR Û 868 PENABER MIRIN

Di serê salê de Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) ku di bin bana NY’ê de ye, diyar kir ku li hemû cîhanê di seranserê 2014’an de li gorî hejmara ketiye qeydan 4 hezar û 868 penaberî jiyana xwe ji dest daye.

DERYA SPÎ, CIHÊ KU HÊVÎ LÊ DIQEDE

Dîsa li gorî daneyên UNHCR’ê tenê li Derya Spî di 2014’an de 3 hezar û 400 penaberî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daneyên UNHCR’ê li Derya Spî di 2011’an de 1500, di 2012’an de 500, 2013’an de 600 penaberî jiyana xwe ji dest daye. Dîsa li Kendava Bengal 540, li Kendava Adenê 242 û Karayîpan jî 71 penberî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daneyan cihê ku herî zêde mirin lê çêbûne Derya Spî ye. Di serî de YE,  polîtîkayên koçberiyê yên Tirkiye û hêzên navneteweyî di mirinan de gelek bi bandor in.

LI TEVAHΠCÎHANÊ 60 MÎYHON PENABER DIJÎN

UNHCR her sal di 18’ê Hezîranê de Rapora Global a UNHCR’ê aşkera dike û balê dikişîne ser gelek nuqteyan. Li gorî raporê li tevayî cîhanê nêzî 60 mîlyon penaberî dijîn. Di raporê de hat gotin ku îro ji ber şer, pevçûn, zext û şîdetê koçberî pir zêde tê jiyîn û got di 2013’an de 51.2 mîlyon kes koçber bûye û 10 sal berê jî 37.5 mîlyon kes hatiye koçberkirin. Di 2014’an de jî 59.5 mîlyon kes ji cihê wan hatine kirin. Ji sala 2013’an heta zêdebûna herî mezin pêk hatiye.”

JI HER 122 KESÎ YEK PENABER E

Di raporê de hat gotin ku sedema zêdebûna salên dawî şerê ku ji 2011’an heta niha li Sûriyeyê berdewam dike ye. Li gorî raporê her roj 42 hezar penaber li welat ji cihê xwe bûye. Li seranserê cîhanê ji her 122 kesî yek niha penabere.

NÎVÊ HEJMARÊ ZAROK IN

Dîsa li gorî raporê nîvê hejmara paneberên ji warê bûne zarok in. Hat gotin ku bi bûyerên tên jiyîn herî zêde zarok mexdur dibin.  Li gorî raporê di 5 salên dawî de herî kêm li 15 welatan pevçûn derketine û ji ber vê rewşê jî hejmara penaberan zêde bûye.

Roja ku rapor hat aşkerakirin, Komîserê Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres axivî û diyar kir ku civaka navneteweyî di mijara rawestandina şer û pevçûnan de qels dimîne. Guterres polîtîkayên civaka navneteweyî yên têkildarî penaberan de rexne kir û got mirovên hewcedariy wan bi starbûnê hene, terkî qedera wan tên kirinû da zanîn ku divê ew ji bo van mirovan di nava hewldanan de bin.