Berkîn li Edene û Mersînê hat bîranîn
Berkîn Elvan di duyemîn salvegera qetilkirinê de li Edene û Mersînê hat bîranîn. Welatiyan xwest fail derkevin holê.
Berkîn Elvan di duyemîn salvegera qetilkirinê de li Edene û Mersînê hat bîranîn. Welatiyan xwest fail derkevin holê.
Berkîn Elvan di duyemîn salvegera qetilkirinê de li Edene û Mersînê hat bîranîn. Welatiyan xwest fail derkevin holê.
EDENE
Li Edeneyê aktîvîstên Hêviya Ciwan a Lîseyî, ji bo Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin li Parka Înonu daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Aktîvîsta Hêviya Ciwan a Lîseyî Baran Ozbey diyar kir ku 730 roj in hê jî fail derneketine holê û got: “Wê îsyana me careke din wan bitirsîne. Me soz da Berkîn. Em ê hesab ji qatilan bixwazin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
MERSÎN
Berkîn, li Mersînê jî ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve hat bîranîn. Endamên platformê li Parka Zarokê Azad kom bûn û pankartên,"Wê kenê Berkîn AKP'ê hilweşîne, berxwêdêrên Gezî nemirin", "Xeyalê bedew ê paşerojê kenê şitlekî" û dovîzên, "Yên li Berkîn dan memleket şelandine", "Em hemû Berkîn in bi kuştinê xilas nabin" hatin vekirin.
Berdevkê Demê yê KESK’ê Îmam Ozdemîr di daxuyaniyê de got, zarok û ciwan li kolanan tên qetilkirin û li girtîgehan rastî her cure şîdetê tên.
Ozdemîr, wiha got: "Em ê kesên digotin 'Polîsên me di dersa demokrasiyê de bi serketî derbas bûn. Destana lehengiyê nivisandine û ya dayika Berkîn Elvan di mîtîngan de hat şermezarkirin, ji bîr nekin."
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.