Beriya Civata Giştî ya NY'ê bi deh hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan

Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi deh hezaran kes li New Yorkê meşiyan û xwestin ku di mijara guhertina avhewayê de hîn bêhtir çalakî bêne kirin.

Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yebkûyî bi du rojan, roja Yekşemê bi deh hezaran kes daketin kolanên New Yorkê û di mijara guhertina avhewayê de banga çalakiyên hîn xurtir kirin.

Di çalakiyê de ku nêzî 700 rêxistin û komên aktîvîst beşdar bûn pankartên bi nivîsa "Bîden dawî li sotemeniya fosîl bîne", "Sotemeniya fosîl me dikuje" û "Min ji bo şewat û lehiyê deng neda" hatin hildan.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî wê bi rengekî fermî roja Sêşemê destpê bike. Serokê DYE'yê Joe Bîden jî di lîsteya rêveber de cih digire.

Dîrrektora Koma aktîvîst Center for Popular Democracy Analilia Mejia got, "Em li vê derê ne ji bo ji rêveberiyê bixwazin ku rewşa lezgîn a avhewayê ragihîne."