Berhemên Hunermendê nemir Zîrek ji nû ve hat amadekirin

Berhemên Hunermendê nemir Zîrek ji nû ve hat amadekirin

Hunermendê nemir Hesen Zîrek ku 41 sal berê koça xwe ya dawî kir, bi stranên ku li pişt xwe hiştin xizmeteke mezin da çand û hunera kurdî. Zîrek ku ji Rojhilatê Kurdistanê li parçeyên din ên welat bi stran û newayên xwe yên wekî Newroz, demsal, esmer goranî xweş kurdî û hwd tê naskirin. Xebateke bêhempa ya ji bo vejiyandina Zîrek ji aliyê Qadîr Nesîrîniya ango Qadîr Zîrek ve wekî pirtûk hat amadekirin.

Di pirtûka navborî de ku 400 stranên Zîrek  cih digirin;62 meqam bi zaravayê soranî, 2 meqam bi zaravayê hewaramî,1 heyran, 8 berhemên farisî û 3 stranên tirkî jî digire nava xwe ji aliyê Weşanxaneya Ana ve li paytexta Îranê Tehranê hatiye çapkirin.

Pirtûka ku bi navê ‘Nale Şikêne’ hatiye amadekirin ji bilî stranên Zîrek wêneyên taybetî yên Hesen Zîrek jî di nav xwe de dihundirîne. Qadîr Nesîrîniya têkildarî xebata xwe ya bêhempa ku ji ajansa Sîrwan re axivî, diyar kir ku Hesen Zîrek strana kurdî ya bi zaravayê lorî a “Dayê Dayê Wextê Ceng e”a hunermend Riza Seqayî gotiye û di berhemên xwe de navê 62 gund û bajarên “Tehran, Bexda, Rom, Birlîn, Hewlêr, Kirmaşan, Bokan, Xuremava” aniye ziman.

 JIYANEKE ZOR Û ZEHMET

Hesen Zîrek di sala 1921’ê de li bajarê Bokanê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Zîrek dema ku zarok bû, bavê wî dimire û kar û barê malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek derbeder dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di temenê donzdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li bal xanan dibe meyter.

Piştî demekê îcar serê xwe hildide û bi çolê dikeve û diçe xerîbiyê. Ew qas dem nabore ku li rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: “Xulamtiya axayan, şêlandin, talankirin, azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye.”

 RADYOYA BEXDAYÊ

Zîrek di sala 1953’yan de bi alîkariya Neşet Ebdûrehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên stranbêjiyê pêşkêş dike. Ew pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa kurdî dixebite. Di sala 1958’an de Iraqê bi cih dihêle û vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê li beşa kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike.

 PIRTÛKA ‘ÇIRÎKEY KURDISTAN’

Hesen Zîrek di sala 1966’an de pirtûkeke bi navê “Çirîkey Kurdistan” dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê kirmanşanî notayên stranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê bilêvkirin.

Zîrek di sala 1967’an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina stranan diçe Radyoya Bexdayê, lê stranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.

 Di havîna sala 1968’an de li nêzî bajarê Bane li ‘Kanî Mela Ehmed’ çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevjîna xwe ya nû Rabieyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje: “Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Heke hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim.”

Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama strangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: “Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî penceşêra kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir.”