BDP'ê li Stenbolê ji bo perwerdiya bi Kurdî 30 hezar daxwazname da
BDP'ê li Stenbolê ji bo perwerdiya bi Kurdî 30 hezar daxwazname da
BDP'ê li Stenbolê ji bo perwerdiya bi Kurdî 30 hezar daxwazname da
Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Stenbolê, 30 hezar daxwaznameyên bi armanca "perwerdeya bi zimanê dayikê" kom kiribû, pêşkêşî Muduriyeta Perwerdeya Milî ya Stenbolê kir.
Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Emrûllah Bîngul, li ber Muduriyeta Perwerdeya Milî daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Zimanê dayikê mafekî bingehîn e. Bi ti awayî li ser muzakere û nîqaş nayê kirin."
Bîngul diyar kir ku wan 30 hezar daxwazname ji deverên cuda yên Stenbolê di nava rojekê de kom kirine û xwest, hemû astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin.
Bîngul da xuyakirin ku eger di pêvajoya çareseriya demokratîk de ev daxwazên Kurdan bicih neyên anîn, dê di nava Kurdan de fikar û gumaneke mezin derkeve holê û destnîşan kir ku ew hêvîdarin daxwaznameyên pêşkêşî Muduriyeta Perwerdeya Milî kirine, bê qebûlkirin. Bîngul anî ziman ku eger neyê qebûlkirin divê sedema vê ji xwediyên daxwaznameyan re bê ragihandin.