Bayik: Ji bo PKK’ê ji lîstê derxînin bixebitin
Bayik: Ji bo PKK’ê ji lîstê derxînin bixebitin
Bayik: Ji bo PKK’ê ji lîstê derxînin bixebitin
Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik ji nêzî 100 hezar kesên li bajarê Dortmund Almanyayê kombûyî re axivî û da diyarkirin ku, em di pêvajoyekî dijwar re derbaz dibin. Bayik bang li gelê Kurd ê li Ewropa jiyan û dostên wan kir ku, ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derbêxin bixebitin.
21’mîn Mîhrîcana Çanda Kurdan a Navnetewî ku diyarî 3 jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û kesên li Rojava jiyana xwe ji dest dane, hate kirin didome. Di Mîhrîcana ku nêzî sedhezar Kurd û dostên ji welatên cûda ên Ewropayê hatin, bi axaftinên têne kirin û sloganên têne avêtin berxwedana Rojava tê silav kirin.
Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik ji beşdarvanên mîhrîcanê re peyamekî bidîmen şand û li ser navê şervanên azadiyê mîhrîcan pîroz kir. Bayik got, “Em di pêvajoyekî dijwar de derbaz dibin” û bibîrxist ku, meşa demokratîk ya gerîlayan ku di 8’ê Gulanê de dabûn destpêkirin, rawestandine. Bayik destnîşan kir ku, “Sedemê vê biryarê dewleta Tirk û hikumeta wê ye” û anî ziman ku, tişta ku ketiye ser milê wan, wan bişeklekî lez û serkeftî bicih aniye.
‘NE GENGAZE KU PÊVAJO YEK ALÎ BIMEŞE’
Bayik da diyarkirin ku, negengaze ku pêvajo yek alî bimeşe û aşkera kir ku, ji bo ev pêvajo biawayek serkeftî bimeşe agirbest îlankirine, dîlên di destê wan de serbest berdane û her wiha gerîla paşve vekişiyane. Bayik destnîşan kir ku, tevgera Kurd û Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya aştî û demokrasiyê de israr dike, lê hikumeta Tirk beramberî vê tiştek nekir. Bayik anî ziman ku, heya niha di şert û mercên Ocalan de guhertin çênebûne, parêzer hêjan li girtîgehanin, destûr nadin parêzer biçin Îmraliyê, di uslûbê rayedarên hikumeta Tirk de guhertin çênebûye, bi hezaran siyasetmedar hêjan li girtîgehanin, girtiyên nexweş nayên berdan, înşaaatên qereqol û bendavan didomin û hêjmara cerdevanan zêde bûye.
Bayik aşkera kir ku, di mudaxeleyên li ser xwepêşdanên demokratîk de, qanalên siyaseta demokratîk hatine girtin û li ser banga Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya “bila çek bêdeng bibin, siyaset biaxive” Ocalan bersiv daye û ji bo vê bingeh amade kiriye.
Bayik destnîşan kir ku, “Pêwîstbû nexweş û siyasetmedarên di girtîgehê de hatibana berdan” Bayik bilêv kir ku, ger ev pêngav hatibana avêtin dê pêvajo bitendurist berdewam kiriba.
Bayik got, “Rawestandina vekişîna gerîla hişyariyekî mezine. Ji bo ev kelem ji holê rabe ev hişyarî hate kirin.”
Hevserokê Desteya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî axivî û destnîşan kir ku, “Dewleta Tirk û hikumeta wê ji bo vîna gelê me li Rojava bişkêne, şer dide meşandin.” Bayik da diyarkirin ku, li Bakûr şer rawestiya dewleta Tirk şer veguheste Rojavayê Kurdistanê. Bayik behsa dorpêçkirin û ambargoya li ser Rojavakir û diyarkir ku, dewleta Tirk amadekariyên komkujî û êrîşan organîze dike.
Bayik got, “Berxwedana Rojava, berxwedana mirovahiyê ye” û bang li herkesê kir ku, vê berxwedanê bibîne û li dijî komkujiyan raweste. Bayik bitaybet balkişande ser taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ku piraniya wê Kurdin, gefa komkujiyê li sere, eger xwedî lê dernekevin dê komkujiyek çêbibe û ev jî dê ji bo mirovahiyê şermek mezin be.
‘BILA KOMKUJIYA PARÎSÊ BÊ RONÎ KIRIN’
Bayik xwest komkujiya sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileyê de li Parîsê pêkhat, bête ronî kirin û got: “Ji bo ev komkujî bê ronî kirin pêwîste gelê me ê li Ewropa jiyan dike û dostên wan bixebitin.”
Bayik di derbarê kampanya îmzeyan ya ji Ocalan re azadî ku di qada navnetewî de tê birêvebirin jî destnîşan kir ku, “Pêwîste ev kampanya hîn zêdetir bê bihêz kirin. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurdistanê ye.”
Weke din jî Bayik ji gelê Kurd û dostên wan xwest ku ji bo PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derbêxin bixebitin û wiha axivî: “Em di merheleya azadiyê de ne. Ev meşek ya azadiyê ye.” Bayik da diyarkirin ku, bi bedelên ku hatine dayîn û nirxên hatine xuliqandin gelê kurd azadiyê heq dike û got: “Meşa me meşa azadiyê ye, tu hêz nikare asteng bike.”